06 april 2023

Ne ji fesadan be gur û mîhiyê tev biçêre

Bigere li gundan, bibîne xerab û rindan. Bi xêra medyaya sosyal em her roj gelek xerab û rindan dibînin, fesadî û gelaciyên wan dixwînin. 
Hin kes dilê wan jî, ruhê wan jî fêsad e, bayê rindê bi serê wan neketiye.

Bi nêzîkbûna hilbijartinên Tirkiyê ra mijarek xweş ji fesad û nerindan ra çêbûye, heta ji wan tê fesadiyê dikin.

Agir bi destê fesadan vêdikeve û gurr dibe. Hal û karê wan fêsadî û pîjkirina gelşên nabêna partiyên siyasî ye.

Fesadî jî sineteke, kurmê şîrî heta pîrî...

 XXX

Halê me kurdan dişibe şeveke pir tarî û dirêj. Meriv dibêje belkî qet ewê nebe sibe, rojê hilneyê.

Lê em zanin şev çiqasî dirêj û tarî be jî dawî berbang e, roj ewê hilê. Tu şev ne bêdawî ye.

Ev rojên tarî jî ewê derbas bin.

 XXX

Wele îsal zivistana bi me bûye qirnî û qijnik ji me naqete.

Ez û xanim çûn 77 deqîqeyan, li dora 6 km meşiyan. Berfê dayê, me riya xwe zêde dirêj nekir.

Min xwest em hinekî din bimeşin, lê gerek saet di 14.00a da em bigihîştana ser programa Qesra Xewnan ”Drömslottet”, lema em hatin mal.

Berfa me hîn dibare lê hîn erd negirtiye, berfa nîsanê ye, wek berfeke henekî ye.

Berfa nîsanê ne tu berf e, meriv pê dikene. Lê li Kurdistanê nuha çiya û banî sipî kiriye. Bra berfa Kurdistanê jî pesnê xwe bide, bibêje ez berf im.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE