07 april 2023

Îslamîyên me çima bûne fedaîyên filistîniyan?

Li dinyayê kurd tenê ne misilman in. Li Tirkiyê, li Azerbêcanê, li Ozbekîstanê, li Tacîkîstanê, li Qirgizîstanê, li Tirkmenîstanê, li Afrîkayê, li welatên ereban bi hezaran însan wek kurdan ji bo her teşxela filistîniyan danakevin kolanan, xwe nadirînin.ş Îsraîl protesto nakin.
Di her teşxele Îsraîl û filisîtniyan da bi hezaran dîndarên me ji bo piştgiriya filistîniyan dadikevin kuçe û kolanan û Îsraîl protesto dikin.

Lê ji bo kurdan, ji bo miletê xwe tu carî meş protesyoyan nakin,
bûne fedaîyên filistîniyan û îslamê.

Kurdên dîndar çawa ketin vî halî, çawa hewqasî ji jurdayetiyê dûrketin, bûn fedaîyên ereb û îslamê aqilê meriv nagire.

Lin dinyayê îslamîyên tu miletekî din wek ên kurdan nebûne neyarên qewmê xwe û xulamên xelkê.

Dîndarên me ji Îsraîl nefretê dikin, heta hûn bixwazin neyarên Îsraîl û cihûyan in. Dibêjin çimkî Îsraîl zulmê li misilmanan dike, em li dijî zulmê û neheqiyê ne.

Lê li dijî qetlîamên Îranê, Tirkiyê û Îraqê dengê xwe nake, rojekê Tirkiyê, Îranê protestonake.

Dîndarên me li hemberî Îsraîl çarçav in, lê li hemberî zulm û qetlîamên Tirkiyê û Îranê kor in, kerr û lal in.

XXX

Îslamîstên me na li Amedê, li Çewligê û li Êlihê dîsa ji bo filistîniyan daketine kolanan, bûyerên Mescîdî Aqsa û Îsraîl protesto kirine.

Îslamîyên me bûne fedaîyîn(legosoldatên) filistînî, ereb û tirkan.

Tirkiye, Îran welatê wan dişewitînin, her roj çend kurdan dikujin, bi darda dikin rojekê Îranê, Tirkiyê protesto nakin, lê ji bo filistîniyan fedaî û eskerên pêşî ne, tim hêza pêşeng in.

Xelk û alem bi saya dîn bûn xwedî dewlet, yên me bi dîn bûne fedaîyên filistîniyan û misilmanan.

XXX

Li gor rapora Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê 480 dozên li dijî Tirkiyê hene.

Tirkiye li dinyayê welatê herî zêde gilî lê tê kirin û tê cezakirin.

Ne 480 doz, 4800 doz jî li Tirkiyê were kirin ne xema hukûmetê ye. Zorbatî, îşkence, binpêkirina mafên însanî, nasnekirina heq û huqûq siyaseta hukûmetê a sîstematîk e. Her kes zane li Tirkiyê rejîmeke irqçî, faşîst û çete heye. Çete, mafya qanûn manûnan nas nakin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE