07 april 2023

Piştî 16 salan jimara nivîsan bû 8900

Min nuha bala xwe da stastîkên bloga xwe, ji îlona 2007a hetanî îro min 8900 nivîs nivîsîne. Bi vê nivîsê ra jimar bû 8901.

Tesadufeke pir baş bû min îro lê nêrî, jimarek girover e, xweş e. Ji 9000 ra zêde nemaye, piştî 100 nivîsên din ewê bibe 9 hezar.

Roja 30ê îlonê dema min nivîsa xwe ya pêşî nivîsî û mizgînî da xwendevanê xwe, min got:

"Wey ji erd heta bi asîman mala Xwedê ava be, dawiya dawî ez jî bûm xwedî BLOG !”, min bawer nedikir ezê 16 salan bidomînim û di van 16 salan da 9 hezar nivîs binivîsînim.

Lê baş, xerab, bi zor û zahmetî be jî ez newesiyam, min de ji nivîsînê berneda û heta îro anî.

Ez pir serbilind û bextewar im di van 16 salên blogerîya min da min ne rêzek bi tirkî nivîsî, ne jî şiroveyeke tirkî qebûl kir.

Di xeta xwe da, di fikrê xwe da min îstîkrar nîşan da, min tu carî îltîfatî tirkî nekir, min nehîşt tirkî di bloga min bigere.

Di destpêkê da xwendevanên min çend kes bûn, lê dûra hêdî hêdî zêde bûn, nuha rojê çensed xwendevanên min hene.

Hin rojan ev jimar digihîje hezarî jî, lê herî kêm mehê nabêna 7-10 hezarî ye.

Blog êdî wek berê ne populer e, zêde nayê taqîbkirin. Ji blogê zêdetir xelk Podcastê, TîkTokê, YouTube, Instagramê, Twîtterê û tiştê wiha bikartîne.

Lê ez merivekî klasîk im û di warê teknîkê da jî pir nezan im, bêyî Blogê, Facebookê û Twîtterê platformên din nizanim bi kar bînim, ji heq bikaranîna wan dernayêm.
Ez ji bloga xwe razî me, ezê wê bidomînim.

Lê di demek nêz da ezê derbasî WordPressê bibim. Emer Farûk Baran haziriya wê ji min ra dike.

Înşela hatanî çend rojan ewê biwedîne û ezê bi malpereke nuh derkevim hemberî we. Hêvî dikim ji WordPress ji Bloggerê xweşiktir be. Ezê di meraqa wê da me.

Baweriya min bi Emer bi qasî çiyakî heye, ez bawer dikim ewê tiştekî xweşik çêke.

Jixwe heger ne xweşiktir bûya ewê negota ji Bloggerê derbasî WordPressê bibe.
Xwediyê sebrê mîrê Misrê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE