08 april 2023

Gerek pozê Erdogan were firikandin

Texmîna min a li ser êrîşa ser balafirxaneya Silêmaniyê ya do rast derket, êrîş ji alî Tirkiyê ve hatiye kirin. Min çer xeber xwend, min got sedîsed Tirkîye ye.

Heger Amerîka, Hêzên Hevpeyman pozê Erdogan nefirikînin, wî basko nekin Tirkiye nasekine, rehetiyê nade tu kesî.

Bi nêzîkbûna hilbijartinên 14ê gulanê ra Tirkiye ewê êrîşên xwe yên ser başûr û rojavayê Kurdistanê zêde bike, rojê ewê êrîşê derekê bikin.

Dibê ev dewlet ji ortê rabe, wek Dewleta Osmanî zîfêl zîfêlî, pereng perengî, tîş tîşî, piçik piçikî bibe, ji tirkan ra quncikekî biçûk bimîne.

Heger wiha nebe, heger tirk bi vê qeweta xwe ya îro, bi vê artêşa mezin bimînin wek Îtîhatçiyan rehetiya nadin tu kesî.

Dibê nenûka tirkan dirêj nebe, heger dirêj bibe ewê çavê xelkê dexînin. Dibê tim zeîf û motajî xelkê bin.

 XXX

Tirkiye dûpişk e

Do li nêzî Balafirgeha Silêmaniyê bi dronerekê konvoyek leşkerî ya CENTCOMê hat bombekirin. Dibêjin fermandarê HSD Mazlûm Kobanî jî di nav wê hêza leşkerî da bûye.

Berdevkê leşkerên Amerîkayê Joe Buccino bi daxuyaniyeke nivîskî gotiye ”Rast e, êrîşek çêbû û hin personalên emerîkî jî di nav wê konvoya leşkerî da bûn. Kuştî û birîndar çênebûne. Li ser êrîşê em lêkolînê dikin.”

Bêyî Tirkiye ne kesekî din e, ev karê Tirkiyê ye. Bi êrîşên wiha Tirkiye dixwaze reaksîyona Amerîkayê fêr bibe.

Heta Amerîka û CENTO li hemberî Tirkiyê vê siyaseta nermik û tirsonek bimeşînin Tirkiye ewê êrîşên wiha bidomîne.

Tirkiye ji mar jî talûketir e, dûpişk e, dûpişk kedî nabe, tu çi bikî jî tu nikanî dûpişkê têxî paxila xwe.

Dûpişk nabe dost, çermê kûçik nabe kurk û post.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE