06 april 2023

Hûn gotina dawî ji hev ra nebêjin baştir e

Ji bo ku PSK ewê bi HDPê(Partiya Kesk a Çep)ra têkeve hilbijartinên Tirkiyê yên 14ê gulanê û serokê wê Bayram Bozyel jî ji Partiya Kesk a Çep bûye namezedê parlamentoyê, hevalên Hak-Parê gelkî ture bûne, kevir û kuçikan li Bayram Bozyel dibarînin, gotinên giran ji wî ra, ji hevalên wî ra dibêjin.

Helbet rexnekirina PSKê û Bayram Bozyel normal e, heqê her kesî heye li ser tifaqa wan bi HDPê û bi partiyên din ra fikrên xwe bibêjin.

Lê dibê meriv gotina dawî ji hev ra nebêje, hevdu bi ”xwefiroşiyê” îtham neke.

Ez ditirsim Erdogan di deqîqeya dawî da dîsa hokus-pokusekê bike û hilbijartinan betal bike û ev şer û teşxeleyên kurdan yên li ser hilbijartinan û parlamenteriyê jî giş belasebeb bin.

Yanî xwediyên van rexne û êrîşan li zirarê derkevin. Ez hîn jî bawer nakim hilbijartin bibe, heger bibe jî Recep Tayyip Erdogan têkçûnê qebûl bike.

Lema jî meriv gotina dawî nede rûyê hev baştir e, di siyasetê meriv şaşiyan dike.

Bi baweriya min jî PSKê û partiyên din bi hev ra hereket bikirana, piştgirî bidana Hak-Parê baştir bû.

 Ji bo ku PSKê riyeke ne li gorî dilê we daye ber xwe, ya jî tercîheke şaş kiriye ne PSK, ne jî Bayram Bozyel nabe xayin û ”xwefioş.”

Hak-Par jî ketiye hilbijartinan, ew jî dixwaze çend wekîlan bişîne meclîsa Tirkiyê. Heger çûna Meclîsa Tirkiyê hewqasî xerab û şaş e, dibê meriv beşdarî hilbijartinên meclîsê nebe, hilbijartinan boykot bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE