06 april 2023

Xêrata îsal qediya

Yekî dewletî(maldar, zengîn) her sal meha Remezanê xêrat(sedeqe) li feqîran belav dikir. 

Salekê piştî xêratên xwe giş belav kirin, tiştek nema, jinekek hat, bi hustuxwarî jê ra got:

-Mêrê min wefat kir. Perê min tuneye jê ra kefenekî bikirim.

Mêrik got:

-Xatûn, wele xêrata min îsal belav kir qediya. Salê tê bi îzna Xwedê ezê ji te ra kefenekî bikirim.


Nexweş be jî dihere fitara qûl

Ji kalê elewî pirsîne, gotine çima tu rociyê nagrî?

Wî jî çend mazeret, sebeb rêz kirine, gotiye:

-Wele ez dixwazim bigrim, lê ez nikanim, ew mecal bi min ra nemaye.

Li ser vê, gotine:

-Ê gava yek te dawetî fitarê bike, tu yê herî ya na?

Kalo gotiye:

-Çawa nerim, ez nexweş bim jî ezê halê xwe bikim hal, miheqeq herim.

Bi vê bersîva kalo yên li dorê matmayî mane, gotine:

-Ev çawa îş e? Tu emrê Xwedê bi çî naynî, lê gava qûl te dawet dike, tu nexweş bî jî tu diherî !

Kalo gotiye:

-Di vê da tiştekî ecêb tune ye. Xwedê teala xefûr û rehîm e, efûkar e. Lê însan ne wiha ne, ji ber tiştekî herî biçûk kanin jî kanin ji te bixeyidin. Ji ber vê jî dibê meriv ezimandinên(vexwendinên)qûlan îhmal neke, miheqeq herê.

 
Ji meha Remezanê hez dike

Yekî ji hevalê xwe pirsî ye, gotiye:

-Tu ji mehan ji kîja mehê hez dikî?

Hevalê wî gotiye:

-Herî bêtir ji meha Remezanê.

-Ji bo çi?

-Çimkî bi roj ez bi rocî me, ji mesrefa xwarinê xelas dibim. Êvaran jî diçim fitara xwe li mala nas û dostekî vedikim, dîsa qurişekî xwe mesref nakim. Ma meheke wiha meriv çawa kane jê hez neke? Wele ez heyranê meha Remezanê me.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE