09 mars 2023

Zarokên ji erdhejê filitîne dane terîqetan

Rojê îro jî bi xebereke nexweş dest pê kir. Zarokên di erdheja Mereşê da sêwî mane dewletê dane terîqetan.

Xedêgiravî wezîra Malbatê û Xizmetên Civakî Derya Yanikê gotibû: “Me zarokên mexdûrên erdhejê nedaye tu şexs, komele, weqif ya dereke din.”

Lê wa ye derketiye ortê 110 zarok li Semsûrê li gundekî li ba Terîqeta Menzîl in. 9 zarok jî li Sakaryayê li ba Terîqeta Îsmaîl Axa ne.

Piştî erdhejê gelek malbatên kurd xwestin zarokên sêwî bikin ewladên xwe, lê dewletê zarok nedane wan, bi sedan zarokên kurd bi dizî li terîqeta belav kirine.

Dibê komele û partiyên kurd li vê meselê xwedî derkevin û van zarokan ji destê van çeteyên terîqetan xelas bikin.

XXX

Ji anket manketên tirkan ên li ser kurdan misqalekî bawer nekin, piranî derew û dezînformasyon in.

Tiştê herî biçûk yê di eleyhê kurdan dikin deve, tiştê di lehê wan da jî ya tahrîf dikin ya jî bincil dikin.

Xortekî bi navê Mazlum di twîtteke xwe da gotiye, ”6-7 sal berê yek ji bo anketekê hat ba min. Pirsên wî li ser kurdan bûn. Min anket dagirt û dayê. Bala xwe da pirsan, dîn bû, got:”Hûnê nikanibin vî welatî perçe bikin, emê nehêlin…”

Ez bawer dikim her kurd zane medyaya tirk, anketên tirkan ne çavkaniyên meriv jê bawer bike. Ew çi dibêjin hûn eksê wê fêm bikin.

XXX

Van rojan li Tirkiyê serokên gurên har zêde bela xwe di kurdan didin, li pey hev êrîşî kurdan dikin. Dibêjin gerek kurd tim bindest û bêmaf bin, gerek siyasetmedarên tirk silavê jî nedin kurdan.

Dewlet li pişta wan e, lema diwêrin her gefê li kurdan bixwin.

Sihûda meriv xerab be kûçikê qela jî tê meriv, merivê  herî tewtewe, qeşmer jî dev davêje ji meriv da.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE