10 mars 2023

Di otoboza Swêd da cî ji kurdan ra tune ye

Bîstek berê di telewîzyona Swêd da min li serokê heyeta Swêd ê NATOyê Oscar Stenstrom gudarî kir.

Mêrik wek abûqatekî Tirkiyê peyivî, got hukûmeta me li dijî terorîzmê û PKKê tedbîrên cidî digre, qanûnên nuh derdixîne. Ev gavên hukûmetê ewê Tirkiyê memnûn bike.

Erdogan bi nîv henekê Swêd li hemberî kurdan kir Tirkiye. Swêd jî êdî bi çavê Tirkiyê li PKKê, YPGê, YPJê, HSDê û HDPê dinêre. Swêd îltîcayên kurdan qebûl nake û kurdan bi teslîmî Tirkiyê dike.

Berdevkên hukûmetê vê tirkperestî û Tirkiyeparêziyên xwe jî venaşêrin, wek Oscar Stenstrom pir eşkere dibêjin.

Li gorî medyaya Swêd dinivîsîne Dahîreya Xerîban îltîcayên kurdan red dike. Îstîxbarata Swêd kurdan ji bo ewlekariya Swêd talûke dibîne, lema îltîcayên kurdan red dikin. Him jî ne kurdên ne yên kurdên Kurdistana Bakur tenê, yên kurdên din jî qebûl nakin.

Hin abûqatên kurd jî ev yek di medyayê da eşkere gotin.Yanî hukûmeta Swêd êdî bi çavê Tirkiyê li kurdan dinêre, Tirkiye ji Swêd çi bixwaze Swêd wiya dike. 

Ji Amnesty(Rêxistina Efûyê ya Navnetewî) Madelaine Seidlitz gotiye: ”Li Swêd gumanbariyeke gelemperî li hemberî kurdan, PKKê tê dîtin”.

Rojnamevan Joar Bendjeloul gotiye: ”Siyasetmedarên Swêd li otobuzekê siwar bûne tê da cî ji kurdan ra tune ye".

Îstîxbaratên Swêd û Tirkiyê, SAPO û MÎTê bi hev ra komîte danîne, MÎT wer li pey kurda ye, îstîxbaratê top dike, dide Swêd û Swêd jî li gorî van daxwazên Tirkiyê kurdan dersînor dike, dide Tirkiyê.

Di trêna Swêd da cî ji kurdan ra tuneye.
Ji ber qewmîyeta însanan redkirina mafên wan, kirina miameleyeke cuda irqçîtî ye, rasîzim e.

Lê bi baweriya min camêr rast gotiye, Swêd ji bo kurdan êdî ne welatekî ewle ye.

Swêd ji bo ku bibe endamê NATOyê vê dijminatiyê bi kurdan ra dike, li hemberî kurdan vê siyaseta irqçî dimeşîne.

Kurdan difroşe Tirkiyê ji bo ku Tirkiye daxwaza endametiya Swêd a NATOyê îmze bike.
Îltîcayên kurdan qebûl nake ji ber ku kurd in, ji ber ku Tirkiye viya dixwaze. Rasîstiyeke ji viya mezintir tuneye.

Navê viya qeleşî, bêbextî û bêexlaqî ye, rasîzim e. Xwedêgiravî Swêd welatekî demokratîk bû, li Swêd demokrasî hebû. Ev e demokarasiya we?

Serok û birêvebirên hukûmeta Swêd pir bêzirav û bêbext derketin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE