11 mars 2023

Ev çend sal in ji me ra zêde xerab hatiye

Ev çend sal in barê me, derd û kulên me roj bi roj pirtir û girantir dibin.

Qetlîamên Daîşê, terora dewletên dagirker, tofana Vîrusa Coronayê ne bes bûn, nuha jî tofana erdhejê û trajediyên li dû xwe anîn lê zêde bûn, bû derdê ser derdan.
Qembûr ne bes bû, zembûr lê zêde bû.

Her sibe dema ez kompîtora xwe vedikim gelek xeberên mirinan, perîşaniyê, qezayên dilşewat bi ber çavên min dikevin.

Nuha jî min çend xeberên diltezîn xwendin. Kevir bi kevirtiya xwe damîş nabe, dihele.

Medyaya sosyal dinya biçûk kiriye, li ku dera dinyayê çi diqewime meriv tavilê pê dihese.

Erê rast e dinya dara kederê ye, xana kul û derda ye, lê ne ji her kesî ra. Ji me kurdan ra bi rastî jî bûye xana kul û derdan, kul derd ji pêsîra me naqetin, wer bi me ve ne...

Lê carnan dikeve ser hev, pir dibe. Ji însên ra dilşadî, ken û henek jî lazim e. Fikar û xemgîniya zêde meriv diwestîne.

Qey rojekê dora ken û dilşadiyê ewê were me kurdan jî. Bi sebrê me Hz. Eyûb jî derbas kir. De bes e, êdî were...

XXX

Di bazara siyasî da siyasetmedarên me tim tawîzê didin tirkan, tim heqê xwe bi ser tirkan da berdidin, nehqiyê li ser xwe qebûl dikin.

Di bazara siyasî da dibê meriv misqalekî jî bi ser tirkan da bernede, dibê meriv tirkan netahmijîne tawîzên siyasî.

Gerek her kes, her partî li gorî qeweta xwe heq bixwaze.

Di hilbijartina 14ê gulanê da herdu cepheyên tirk jî motajî kurdan in, dibê kurd li gorî hêza xwe bazariyê bikin û heq bixwazin.

 

XXX

Komara Îslamî-Faşîst li Urmiyê 4 kurd bi darda kirine. Îdamkirina çar kesan wahşet e, barbarî ye.

Ev rejima Îslamî-Faşîst Îran û Kurdistan kiriye selexane, her roj çend kesan bi sêpiyan ve li ba dikin.

Bimre Komara Îslamî-Faşîst û qatil !

Bijî azadî û serxwebûna Kurdistanê!

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE