08 mars 2023

Gelo Ocalan ewê li ser hilbijartinan çi bibêje?

Li ser HDP di hilbjartinan da ewê çi bike, piştgiriyê bide kîjan cepheya tirk gelek tiştên tên gotin û minaqaşekirin.

Lê hetanî nuha qet qala şêla Abdula Ocalan nehatiye kirin, gelo A. Ocalan ewê çi bibêje, eceba ewê piştgiriya kîjan cepheyê tewesîyeyî HDPê û PKKê bike?

Pirseke din jî, gelo AKP ewê alîkariyê ji Ocalan bixwaze ya na?
Heger bixwaze Ocalan ewê çi bêje?

Ez dibêjim Ocalan di hilbijartinan da ewê bêdeng nemîne, di rojên pêş da ewê tiştekî pê bidin gotin.
Heger hat û A. Ocalan tiştek pêşniyar kir, gelo HDPê pêşniyara wî qebûl bike ya na?
Yanî dibê meriv faktora Abdula Ocalan ji bîr neke. Ev gelkî muhîm e. Qî hîn tiştek negotiye.
Hêvî dikim A. Ocalan tiştekî li zirara kurdan pêşniyar neke, riyeke baş û li kara kurdan pêşniyar bike.

XXX

Li Tirkiyê gelek kurd bûne serokwezîr û serok. Xêr û fêdeya yekî jî negihîştiye kurdan. Gişên wan jî ji tirkan bêtir tirkçîtî kirin.

Ez bawer dikim Kemal Kiliçdaroglu jî ewê ji wan xerabtir be, ne çêtir be.

Mêrik eşkere got, "ew jî ji navê Kurdistanê pir nerehet dibe."

Yanî secera wî ne paqij e.

Carê merivekî eslê xwe înkar bike, bibêje ez tirk im, ji wî merivî ma ewê çi başî sadir bibe?

Heger kurd destên xwe bidin hev û daxwazên xwe yên netewî zelal bikin, tirk mecbûr in herin xwe bavêjin bextê wan.

XXX
Serokê MHPê Devlet Bahçeliyê zirzop û dijminê miletê kurd êrîşîn irqçî yên di maça Bûrsaspor-Amedsporê da parastiye, gotiye:

”Li gorî me dereke bi navê Amedê tuneye, ewê qala Amedsporê jî neyê kirin. Ez ji alîgirên Bûrsasporê silav dikim.”

Bahçelî wek her car dîsa neyartiya xwe daye der, gotiye ez hebûna welatê kurdan, bajarên kurdan, navên wan qebûl nakim.

Tu Kurdistanê, navê Amedê qebûl nakî meriv fêm dike, lê Amedspor çawa tuneye?

Ma yên bi Bûrsasporê da lîstin cin bûn?

Meriv ne dînekî beradayî be nabêje Amedspor tuneye. Lê ev Bahçelî ye, kane her zirzopiyê bike.

Esas Devlet Bahçelî tenê wiha nabêje, serokên partiyên din jî, ji sedî 99ê tirkan jî wek Bahçelî difikirin, lê wek wî fikrên xwe şekere nabêjin. Dibê em vê yekê wiha bizanibin, nebêjin ev dîtina Bahçelî tenê ye.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE