08 mars 2023

Berfê erd kiriye hêk


Berfê erd kiriye hêk û berdaye, hawirdor sipî boz dike, qilêr milêra erdê giş hatiye veşartin. Meriv hizmekare li derdora xwe sêr û temaşe bike.

Tebîet(siruşt) bêdeng e. Li derve pêjna însên û vîçîna çûkan nayê bihîstin.
Ji do daye berfa me venekiriye, cî li xwe xweş kiriye, rê û dirb hatine girtin.
Li gorî xeberên radyoyê di trafîkê da kaosek mezin heye, otoboz û trên di wextê da naçin, nayên. Lê dixebitin, xelk diçe kar.

Serhatê me vêsê zû, saet di şeşa da çû kar. Yanî bi derengî be jî trafîk dixebite.
Yê me kêf kêfa me ye, em di malika xwe ya germ da rûniştine, di riyan da ji sermayê naqefilin.

Li hewşê berf çongekê bilind bûye, hetanî min riya me ya çûn û hatinê vekir ez ji pî û bask da ketim. Do derengê şevê jî min pa kir, lê dîsa jî pir ketiye. Wer xuya ye berfa Stockholmê vê carê nêt heye ji ya Mûşê derbas bike.

Pêşiyên me ji berfê hez kirine, pesnê berfê dane, gotine, ”berf xizna erdê ye”.

Wele xizana erdê be jî em jê tu karê nabînin, lê berf xweş e, romantîkiya dil e.


Dengê makîneyên xebatê nayê, riyên me hîn nehatine vekirin. Heger hetanî danê nîvro riya venekin emê nikanibin herin bigerin.

XXX

Wele zivistana me bi berfa xwe bi paş da hat. Ne xêra xeberên radyoyê bûya min nizanîbû berf dibare û riya pêş derî girtiye. Min çû tavilê rahîşt bêra berfê, pêş derî vekir, hewş ji berfê paqij kir. Berfeke zêde dibare, di trafîkê da gelşek mezin çêbûye. Trên di wexta xwe da naçin, nayên, otobêzên nava bajêr jî tam naxebitin. Li gorî xeberên radyoyê di riyan da kaosek mezin heye. Gelek wasite di riyan da asê mane.

Meha adarê tim wiha dike, him bihar e, him zivistan e.

Adarê, berf gîha guliyê darê, nema danê êvarê.

Lê vê carê ewê wiha nebe, ev meh ewê tim sar û serma be.

2023-03-07

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE