07 mars 2023

Li Tirkiyê şerê nabêna partiyên tirk ewê gurr bibe

Siyasetmedarên tirk di rojên pêş da li ser hilbijartinan ewê bi hev kevin. Şalê hevdu bixun, çavên hev derxînin. Gava zor, zorbatî qanûn be wiha dibe.

Kî bi heq e, kî neheq e ji bo me ne muhîm e. 

Çimkî yên bi heq jî, yên neheq jî ne dost û xêrxwazê me ne, ne terefdarên heq û azadiyên me ne. Herdu cephe jî dixwaze em tim bindest bimînin.

Hetanî nuha cepheyekê jî silav nedaye kurdan.

Lema jî çiqasî bi hev kevin, çiqasî hevdu biêşînin, hevdu birûçikînin, basko bikin ji me ra baş e.

Herdu serî jî du cepheyên dijmin in, çiqasî zeîf bibin ewê hewqasî motajî me bibin. 

Dibê kurd îşê xwe ji şerê wan neynin, bira hevdu baş bixun. Di rojên pêş da ewê herin xwe bavêjin kurdan, rayên wan bixwazin.

XXX

Ji bo însên du tişt pir muhîm in, yek heysîyet e, ya din jî şexsîyet e. Şexsîyet ne xurt be, heysîyet jî zeîf dibe.

Ji bo ku kurd tu carî bîna xwe negirin, tim bînçikiyayî bin siyasetmedarên tirk amedene her bêşexsîyetiyê bikin, her tifaqê, her îdeolojiyê qebûl bikin.

Tifaqa AKPê û MHPê jî, ya CHPê, ÎPê û Partiya Saadetê jî li dijî kurda ne, ji bo ku kurd bîna xwe negirin, nebin xwedî maf hatine ba hev.

Lê kurd ne mecbûrî wan in, ew mecbûrî kurdan in.

Dibê cepheya kurdan vê hêza xwe bizanibe.

XXX

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE