07 mars 2023

Sansora Facebookê ya Tirkiyê derbas kir

Wele derdê Facebookê êdî nayê kişandin.Do dîsa ji ber nivîsa min a li ser maça Bursasporê û Amedsporê û nivîseke min a din kontoya min girtin. 

Xwedêgiravî min di nivîsön xwe da li dijî Tirkiyê kîn û nefret belav kiriye. Sebebê girtina kontoya min sûcê belavkirina ”nefretê” bûye.

Sansora Facebookê ji ya Tirkiyê jî xerabtir bûye. Ev qedexeyên FBê ne normal e. Hema hema her nivîsa min a li ser Tirkiyê piştî pîstekê qedexe dikin û çend rojan kontoya min digrin.

Ez dibêjim Facebook ketiye bin destê MITa Tirkiyê. Ya jî Tirkiyê hin elemanên xwe ji bo kontrolkirina nivîsên kurdan wezîfedar kirine.
Facebook li ser Tirkiyê rexneyeke herî biçûk jî qebûl nake, kontoya min digire.

Nivîsa min bixwînin, min ji tirkan û Tirkiyê ra tiştekî xerab negotiye, min li dijî tirkan kîn û nefret belav nekiriye. Min qala bûyerê maça Bûrsasporê-Amedsporê kiriye.

Dibê Facebook hewqasî xeyrîcidî hereket neke, ji ber her peyva li ser Tirkiyê û tirkan nivîsên xelkê qedexe neke.

Ev demeke Facebook li hemberî kurdan ji Tirkiyê jî xerabtir bûye, qebûl nake kurd ji Tirkiyê ra tiştekî bibêjin.

Ez hatime nuxterya terikandina Facebookê.

Piştî îtîraza min bi nîv saetê kontoya min vekirin. Ev ne tu hawe ye, Facebok bûye holçîka zarokan, nivîsan qedexe dike, piştî nîv saetê dîsa serbest dike.
Sîstema Facebokê tam bûye lîstika zarokan, pêkenîn. Dibê sîstemeke cidîtir hebe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE