06 mars 2023

Kurd êdî nikanin jimaran bi kurdî bibêjin

Di vê nivîsa xwe da dixwazim qala meseleyeke pir balkêş, pir înteresant bikim. Ev mijar(mesele)ji zûda ye bala min dikşîne, îro min got ez qalê bikim.

Xanimê telefonî jinbira xwe kiribû pê ra dipeyivî, li halê wê dipirsî. Piştî bîstek sohbet dor hat ser lêpirsîna zarok, dest pê kir li halê zarokên wê pirsî. Wê jî got giş baş in silamet in, destê te radîmîsin.
Xanimê umrê zarokan meraq kir, got:

-Ma keçika mezin çend salî ye?
Jinbira wê ya 30-35 salî, gundî, qerejdaxî bi tirkî umrê(salê) keşikê jê ra got.
Xanimê got:
-Keçê bi kurmancî bibêje, ez bi tirkî fêm nakim.
Wê jî got, bi Xwedê ez bi kurmancî nizanim bibêjim, ez telefonê bidim birê te, bira ew ji te ra bibêje.

Xanim matmayî ma, got ya sitar, keçê çawa tu nizanî? Ma hûn terşê xwe, dewarên xwe bi tirkî dijmêrin?

Got wele ez nizanim bi kurmancî bijmêrim û telefon da destê peyê xwe.
Birê xanimê piştî hinek henek, umrê zarokan bi kurmancî ji xweha xwe ra got. Min jî li wan gudarî dikir.

Ev ne cara pêşî ye ez dibim şahidê trajediyeke wiha, çend carên din jî ez bûme çahidê tiştên wiha.

Ez herêmên din yên Kurdistanê nizanim, lê Wêranşarê, li Qerejdaxa alî me, mezin jî, zarok jî numreyên telefonan û umrên xwe bi tirkî dibêjin, nizanin bi kurmancî bibêjin. Yên zanin jî bi kurmancî dest pê nakin, bi tirkî dibêjin.

Ez qala kesên kurmancî nizanin nakim, qala kesên kurmanciya wan baş e, li malê, bi zarokên xwe ra bi kurmancî dipeyivin. Jinbira xanima min jî bi zarokên xwe ra kurmancî dipeyive. Yanî zimanê wan ê malê ne tirkî ye, kurmancî ye. Jinik jixwe neçûye dibistanê jî.

Di telewîzyonan da jî ez gelek caran dibînim bajarî, gundî, jin, mêr, kal, pîr, zarok jimaran, numreyên telefonên xwe û salên xwe otomatîkman bi tirkî dibêjin.

Çima wiha bûya, sebebê vê asîmîlasyona total çi ye ez nizanim. Sosyologên me serê xwe bi vê mselê ra biêşînin baş dibe. Însanên kurmanciya wan baş e, di mala xwe da jî bi kurmancî dipeyivin çimaran bi tirkî dibêjin?

Ez kanim bibêjim li herêma me piraniya însanan jimaran bi tirkî dibêjin, fena ku jiar di kurmancî da tunebin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE