05 mars 2023

Li Bûrsayê xwestin alîgirên Amedsporê lînc bikin


Li Bûrsayê bi sedan tirk li ber otêla qafîleya Amedspor lê dimîne kom bûne, fîşekên hewayî teqandine, sloganên li dijî kurdan qîriyane, gotine:
”Xwezî bi dilê kesê dibêje ez tir kim”!
Di stadyûmê da jî êrîşî kurdan kirine, xwestine gelek kesan lînc bikin.

Ev tirkên faşîst pir ehmeq in, ne hewce hûn vê neyartiya xwe tim nîşan bidin, kurd zanin hûn ji kurdan pir ditirsin, sebebê vê nefreta we tirsa ji kurda ye.

Li Bûrsayê çend kesan zarokekî alîgirê Amedsporê(14-15 salî ye)êsîr girtine, bandrola Bursasporê dane dest û bi zor pê hin gotinan didin gotin.

Ev barbarî ye,namerdî ye, meriv ne pûşt û namerd be li zarokekî kurd wiha nake.

Bi vê kirina xwe we careke din namerdiya xwe tescîl kir.

Di stadyûmê da jî wek gurên har êrîşî kurdan kirin, xwestin çend kurdan lînc bikin. 
Lê ne ev tenê, di trîbûnan da posterên Torosên Sipî yê qatilên gelek kurdan Cem Erseverê JîTEMê û Yeşîl(Mahmut Yildirim) rakirin. 
Di salên 1990î da pûlis û qatilên JÎTEMê, bi erebeyên Torosan bi sedan kurd revandin û kuştin û bi Yeşîl jî gelek dan kuştin. Bi bilindkirina van posteran dibêjin emê eynî tiştî dîsa bînin serê we, emê dîsa dest bi revandin û kuştina we bikin.
Hakem û pûlisan di bin van şertan da maç dane lîstikandin, li êrîşkaran temaşe kirine. Maç nesekinandine, bi darê zorê Bursasporê 2-1 qezenc kiriye.
Tiştê meriv di vîdeoyan da dibîne wahşeteke mezin e. Giş bi destûra dewletê bûye.

XXX

Yek ji meriv nefretê bike,li meriv xe, gava fersendê bibîne heqaretê li meriv bike,meriv jê hez nake. Heger dîsa jî jê hez bike, xwe jê neqeherîne bênamûsî ye.

Tirk ji me çiqasî nefret dikin, çiqasî neyartiya me dikin, dibê em jî hewqasî ya wan bikin. Ne kêm, ne zêde, bi qasî wan.

Li vîdeoyên maça Bursaspor-Amedsporê temaşe bikin, hûn bibînin çi anîne serê kurdan.

 

XXX

Siyasetmedarên tirk, partiyên tirk daxwazin li vê dinyayê kurd tunebûna, heger kurd tunebûna ewê gelkî rehet û bextewartir bûna.

Ji ber kurd hene, Kurdistan heye, kurdî heye, tirk pir nerehet û nebextewar in.

Partiyên tirk ji bo ku koka kurdan biqelînin xwe pir diwestînin, lê dikin nakin riyeke ji kok da qirkirina kurdan nabînin.

Ev yek di dilê wan da bûye kul û merezeke bêderman.

XXX

Sererkanê Amerîkayê General Mark Milley do ji nişka ve serdana Kurdistana Rojava kir.

Surprîzeke mezin e.

Ne diyar e Mark Milley kîjan baregeha leşkerî ya Amerîka zîyaret kiriye û kî dîtine. Hêvî dikim bi berpirsiyarên kurdan ra jî rûniştibe.

Li gorî xebera Euronewsê, Milley gotiye ”hên Amerîka û HSDê li dijî Daîşê şerekî baş kirine û bi pêş ketine.”

Beyaneke baş e, kêfa min anî. Ev beyana Mark Milley jî nîşan dide Amerîka hîn bi kurdan ra ye û ewê piştgiriya xwe bidomîne.

Vê ziyareta Mark Milley kêfa min anî, hêvî dikim di warê siyasî da jî bi pêş keve.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE