04 mars 2023

Tifaqiya kurda ewê partiyên tirk mecbûrî ber deriyê wan bikin.

Her tişt diguhere, tu tişt wek xwe namîne. Hin tişt zû diguherin, hin tişt jî dereng. Hin tişt bi wextê, hin tişt jî bi însên diguherin.

Li Tirkiyê piştî hilbijartinê hin tişt ewê werin guhertin.

Dawî kane baş be, kane xerab be.

Ev yek di destê însên da ye.

Heger siyasetmedarên kurd wek nûnerên miletê kurd destên xwe bidin hev û baqil hereket bikin kanin ji vê guherînê li karê derkevin. Dibê kurd rayekê jî "belaş" nedin kesî, şertên xwe, daxwazên xwe konkret bikin.

Kurd bi tifaq bin tirk ewê mecbûrî wan bin, ewê herin li deriyê wan xin.

Serê xwe zêde bi fêlbaziyên Akşenerê ra neêşînin. Ev elîf û bê ye, yê pir hîn li pê ye. Ev nîna ye, tirnîna hîn ma ye.

XXX
Em kurd wek teyrên koçber in, tim mecbûrî revê û koçberiyê bûne.

Dijmin li welatê me, di bindestiyê da jî rehetiyê nade me, tepa wan ji ser serê me kêm nabe.

Li Ewrûpayê, li sirgûniyê jî bela xwe ji me venakin, li vir jî destên wan di gewriya me da ye, dixwazin li vir jî me bifetisînin.

XXX
Carnan meriv xwe bêtaqet û westiyayî his dike. Ne kevir kişandiye, ne tevr û bêr xebitandiye, hema jixweber westiyayî ye.

Meriv ne xemgîn e, ne jî bextewar û dilşa ye. Lê bêkêf e, dil ne şa ye.

Çima ye, ji bo çi ye, ew jî ne xuya ye.

XXX
Em çi bibêjin jî beyhûde ye, tu giraniyeke gotinên me tune ye.

Hin kurd carê ji rê derketine, carê herimî ne.

Lê dîsa jî meriv fikrê xwe bibêje baş e.

Tu bi hevft qalib sabûna Mêrdînê ya şîrê kera jî serê wan bişo baqil nabin, dev ji tirkan û partiyên tirk bernadin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE