04 mars 2023

Medyaya Kurdistana Başûr kurmancî kiriye gêrmîya gavanan

Medya Kurdistana Başûr ji wîlayetê ra dibêje ”parêzgeh”. Berê digotin ”mihafize”, lê dev ji ”mihafizeyê” berdane, êdî ”parêzgehê” bi kar tînin.

Min fêm nekir çi têkiliyeke etîmîlojîk ya wîlayetê û parastinê û ”parêzgehê” bi hev ra heye?
”Parêzgeh”, çawa kane bibe wîlayet?

Berê me digot, wîlayet, qeza, nehîye, gund her kesî fêm dikir. Nuha wîlayet kirine ”parêzgeh”, qeza jî kirine ”bajarok”, nehîye kirine ”melbend”.

Medya başûr kurmancî bi destê çend nezanan ji gêrmîya gavanan, ji girara hevnîskê jî xerabtir kiriye. Bi hezaran peyv çêkirine û di medyayê da bi kar tînin.

Lê kes fêm nake çi dibêjin.Gelo koma zimên û ferhengê ji van navan ra çi dibêje?
Gelo ew jî di dewsa wîlayetê da ”parêzgehê” pêşniyar dikin?

Mesele dîsa di Rûdawê da ji meteorolojiyê ra gotine ”saziya keşnasî” !
”Keş” çi ye, çi têkiliya wê bi hewayê ra heye min fêm nekir.

Bi sedan milet dibêjin ”meteorolojî”, em jî wer bibêjin problem çi ye?
Însan ne ji kurmanciya telewîzyonan rindikî fêm dikin, ne jî ji tiştên dixwînin.

Yên van xeberan dinivîsînin bêyê ku li milet, li xwendevanên xwe bifikirin hema ji xwe ra gotinan li hev radigirin. Ya jî gotinên berradayî ji ferhengan diniqînin.

Her gotinên di ferhengên dîjîtal da hene ne rast in.
Ji ruyên van nezanan kurmanc fedî dikin bibêjin em bi kurmancî zanin, çimkî ji zimanê wan fêm nakin.

 Rûdawê gotiye:
”Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî ya (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ragihand eger ew hatin ser desthilatê dê bo dema 5 salan li Tirkiyê firotina yekeyên niştecihbûnê bo biyaniyan qedexe bikin.”

Him cumle tevlihev e, him jî peyva ”yekeyên” nayê fêmkirin. ”Yeke” çi ye?
Qey yê ev xeber nivîsîye xwestiye bibêje:

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu gotiye heger ew werin ser hukim 5 salan ewê firotina xaniyên yekode ji xerîban ra qedexe bikin.

Numûneyeke din:
”Li Sineyê 45 hezar alûdeyên madeyên hişbir hene.”
Alûde çi ye?
Belkî li Kurdistana Rojhilat û Başûr xelk peyva ”alûde” bi kar tîne. Lê kurdên bakur nizanin ”alûde” çi ye?

Di ser da sînonîmeke wê ya jî navê wê yê bi zimanekî din jî nehatiye nivîsîn. Ev yek dibe sebebê kes ji wê xeberê tiştekî fêm neke. 
"Alûde" li gorî hin ferhengan narkomanî ye, yanî kesên muptelayê eroînê, narkotîkayê bûne.

Gava mijar neyê fêmkirin dibe wek kedeke belasebeb. Çimkî peyva ”alûde” yanî sujbe(kirde)nayê fêmkirin.

Welhasilî kelam di xebera Rûdawê da çend peyvên nayên fêmkirin hene.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE