03 mars 2023

Zivistan biharê rehet nahêle

Me ji kêfa av bi ber dilê xwe reşand, me got wele wa ye bihara rengîn hat, em ji zivistanê xelas bûn.

Lê zivistanê bi dawa biharê girtiye bernade, pê va bûye dêlî.

Do rojeke biharê ya rastîn bû, em têra dilê xwe gerîyan, min û xanimê me xwe baş da ber tavê, me xwe qemirand.

Lê kêfa me dirêj najot, zivistana me îro bi paş da hat. Me dîsa qapûtên zivistanê berra ser bejna xwe da, kumên germ dan serê xwe.

Dibêjin havîn hat bi tişt û mişt, payiz hat li ser rûnişt, zivistanê got: ”te gûyê xwe ji min ra hîşt.”

Zivistana Swêd delodîn e, dihere û tê.

XXX

Kurdên hîn jî heyranên Erdogan û Meral Akşenerê ne hene û him jî pir in, ev yek ji xwe meriv dîn dike.

Wek kurd, wek ferdê miletekî bindest, ji hemû maf û azadiyên xwe yên netewî bêpar meriv çawa ji Meral Akşenerê û Erdogan ra li çepikan xwe aqilê min nagire.

Ev derd û kula milet ne bes e, hin gotin û pêşniyarên kesên zana jî dibin derdê ser derdan.

Gava ez fikir û pêşniyarên hin kurdên miletperwer yên di heqê partî û siyasetmedarên tirk da dibihîzim devê min diçe paş guhê min.

Ez ji xwe ra dibêjim yaho, em çawa hewqasî bêhiş û bêpûsile bûne?

Piraniya miletê me hîn ne di şiûra kurdbûnê da ye. Lema jî xwe wek ferdê miletekî bindest, welatê wî dagirkirî nabîne, ji bo kurdan tiştekî naxwze, ji siyasetmedarên tirkên faşîst, irqçî û neyarên kurdan ra li çepikan dixin, li dora faşîstên tirk dibin perwane.

Ji bo çi em hewqasî totikvala bûne ez fêm nakim! Ev rewşa milet û gelek siyasetmedaran meriv qudûmşikestî û bêhêvî dike.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE