03 mars 2023

Li ser "Xatirayên Zimanekî Birîndar"!

Emer Farûk Baran, li ser jiyana xwe, bîranînên xwe podcastek muhteşm çêkiriye. Navê wê ”Xatirayên Zimanekî Birîndar, Bîr” e, çar beş in. 

Tê da qala zaroktiya xwe, hin serpêhatiyên xwe yên dibistanê, prosedur, şikil û metodên asîmîlasyonê û qedexeya zimanekî birîndar dike. 
Her çiqas qala jiyan û serpêhatiyên xwe kiribe jî lê di asasê xwe da qala jiyana her zarokê kurd kiriye, bi zimanekî edebî trajediya me kurdan raxistiye ber çavê me.

Dost û hevalên ezîz, wexta xwe nedin temaşekirina telewîzyonên tirkî, li vê podcasta Emer Farûk Baran gudarî bikin, bawer bikin hûnê ji min bêtir jê hez bikin. Pir xweş qala trajediya me gişan kiriye.

"Xatireyên zimanekî birîndar" çar beş in, têkevin podcasta wî û li gişan gudarî bikin.

Yek ji yekê xweştir e, lê gudarî bikin, wê çaxê hûnê fêm bikin çi hatiye serê we, serê me.

 Lê gudarî bikin, hûnê poşman nebin. Qisekirina wî pir xweş e, meriv jê têr nabe. Wek tu rû bi rû li yekî gudarî bikî.

Devoka Wêranşarê, Qerejdaxê pir xweş û tekûz e. Lê Xwedê heye, devoka Sirûcê ji ya Wêranşarê jî xweştir e. Lê gudarî bikin, hûnê jî heq bidî min.

Çar beş in, yek ji yekî xweştir e. Beşê 1ê û duduya pir muhîm in. Bi baweriya min dibê her keç û xortê kurd li van podcastên Emer Farûk Baran gudarî bikin.

Piştî gudarîkirinê ewê fêm bikin tirkan em çawa seqet kirine, çawa ji kurdbûnê şuştine. Tesîra gudarîkirinê ji xwendinê pirtir e. Gava meriv gudarî dike tesîreke zêde li hestê meriv, li mejiyê meriv dibe.

XXX

Serê sibê ya elah, ya fetah kompîtora min dîsa serî li xwe jî û li min jî gerand. Efendim nizanim çi program bûye, nizanim dibê ez çi bikim, filan û bîvan. Gelek tiştên min jê fêm nedikir di ekranê da li dû hev rêz kirin...

Min qet guh nedayê, min ji xwe ra lê temaşe kir, heta hat ser qeysa xwe ya berê. Carnan dînîtiyên wê pê digrin û serî li min digerîne. Vêsê jî wer kir, cinên horê hatin dorê, lê pir najot min ew kirin gorrê…

Yekî gotiye qey tu kompîtora xwe têr nakî, tu wê tî û birçî dihêlî. Yanî gerek tim update bibe, antîvîrus program were xebitandin.

Rast e, ez wê pir îhmal dikim. 10 sal li pey xwe hîştiye, êdî xurxote bûye, programa antîvîrusa min jî tuneye. 

Çimkî ya min hîn Microsft Word 2010 e, lema antîvîrusa min tune ye. Yanî ew jî bi min ra kal bûye, bûye kokim, em bi destpelkê hevdu îdare dikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE