Dibê meriv berê derziyê xwe ra ke, dûra şûjinê ji dijminê xwe ra ke. Di mesela zimên û asîmîlasyonê da em kurd sûcê xwe bincil dikin, sûc gişî dixin husiyê dijminê xwe.
Ev ne rast e, sûcê me, xemsarî û sersariya me ji sûcê dijmin ne kêmtir e. Me jî qet qîmet nedaye zimanê xwe, ew neparastiye, fêrî zarokên xwe nekiriye.
Heger her kurdî û kurdê ji Tirkiyê bêtir ji Kurdistanê, ji
bajar û peravên Tirkiyê bêtir ji bajarê xwe, ji tirkî bêtir ji zimanê xwe hez
bikira kurd hewqasî nediheliyan, hewqasî rehet nedibûn tirk.
Ji ber ku di dilê wan da hezkirina Tirkiyê û tirkî ji ya
Kurdistanê û kurdî zêdetir e, xurttir e em ketin vî halî.
Bi qasî dixwazin tirkî baş fêr bibin naxwazin kurdî fêr
bibin, lema jî tirkiya piraniya kurdan baş e, lê hîn elîfbeya kurdî xweşikî
nizanin, hîn îmleya kurdî fêr nebûne.
Merivên giregir, xwedî dîplom û meqam hîn nikanin twîtekê bi
kurmancî-zazakî binivîsîn.
Sebebê vê nexwestin e, nehezkirina ji kurdî ye.
XXX
Dara bêber malê şewatê ye. Çimkî fêkî nagire. Hin însan hene
dişibin dara bêber, bi kêrî tiştekî nayên, ne ji defê ra dibin, ne ji zurnê ra.
Navî giran e, warî wêran e.
Ne ji xwe ra dibin, ne ji hevalan ra. Ne kanin mêşa ji xwe
biqewtînin, ne jî ji hevalan.
Xwedê wan ji malî û ji zarokên wan ra bihêle.
XXX
”Rojnameya Haber. 1938-01-08
Pêşniyara qanûnekê:
Kesên bi tirkî nepeyivin ewê werin cezakirin.
Kesên bi zimanekî din bipeyivin ewê bi hefteyekê cezayê
hefsê û bi 100 lîreyî werin cezakirin.
Nîvê pera ewê wek mikafat bidin kesê muxbîr.”
Dibê em bizanibin tirkan çi aniye serê me. Meriv xwe nas bike baş e, ji bo serketinê dibê meriv jî, dijminê xwe jî baş nas bike...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar