02 mars 2023

Gotina xweş li erdê nakeve

Serê sibê ya elah, ya fetah kompîtora min dîsa serî li xwe jî û li min jî gerand.

Xwe hinekî giran kir, efendim nizanim çi program çi bûye, nizanim dibê ez çi bikim, filan û bîvan.

Gelek tiştên min jê fêm nedikir di ekranê da li dû hev rêz kirin...
Nizanim gelş çi ye, nizanim gerek ez çi û çi saxî bikim…

Min qet guh nedayê. Wê got, tekst li pey tekstê nîşanî min da, min ji xwe ra lê temaşe kir, heta ew bi xwe mecbûr ma hat ser qeysa xwe ya berê.

Jixwe ez jê fêm nakim, gava ez pê li bişkokê dikim tew xerabtir dibe, bi îngilîzî hin tiştên din ji min dipirse.

Sitresa min hefqat dibe. Lema newêrim dest bibim xwe, darê xwe di ber xwe da berdidim, bi dilekî tirs lê temaşe dikim, heta biweste û xwe rast bike.

Carnan wiha dînîtiyên wê pê digrin û serî li min digerîne. Vêsê(vê sibê) jî dîsa wer kir, cinên horê hatin dorê, lê pir najot min ew kirin gorrê û derdê wê bi nivê nivîsê ji we ra got.

Mustefa Kalpak serrafekî gotina xweş e, gotina xweş nas dike û jê hez dike. Lema kêfa camêr ji vê nivîsa min ra hatiye û pesnê zimanê min daye, gotiye:

”Silav Zinar!
Di warê edebiyatê de peyvên entîke, an orjînal nava hevokan de bi kar tînî xweşê min diçe. Lezetê jê digrim. Ez bi çavê lêner an sexbêrkerê peyvan (språkvårdare) li te dinêrim.
Tu gellek baş dikî. Lê peyvên devkî û niviskî divê ne wek hev bin.
Mînak: te peyva "vêsê", vê sibê nivisa xwe de bi kar aniye. Devkî pir normale bê telafûzkirin, lê niviskî "vê sibê" bê nivisîn ne rastir e?
Peyva "vêsê "ya devkî di nivisa te vê sibê serî li min gerand!”

Min jî bi van gotinên jêr sipasî wî kir:

”Sipas Mistefa. Konê te şên, mala te bi xana Xwedê be. Te ez dilşa kirim.

Ji bo ku tu nivîsên min bi çavekî nêçîrvanê peyvan dixwînî kêfa min hat.

Dema meriv dinivîse sînonîm hertim nayê bîra meriv. Lê meriv kane sînonîmê têxe nav parantêzê.

Sipas ji bo pêşniyarê.”

Xortekî dilxwazê min gotiye qey tu kompîtora xwe têr nakî, tu wê tî û birçî dihêlî. Yanî gerek tim update bibe, antîvîrus program were xebitandin.

Rast e, ez wê pir îhmal dikim. 10 sal li pey xwe hîştiye, êdî xurxote bûye, programa antîvîrusa min jî tuneye. 

Çimkî ya min hîn Microsft Word 2010 e, lema antîvîrusa min tune ye. 

Yanî ew jî bi min ra kal bûye, bûye kokim, em bi destpelkê hevdu îdare dikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE