02 mars 2023

Tevliheviya li ser navê Cigerxwîn


Di nivîsandina navê Cigerxwîn da tevliheviyek heye, navê wî bi du hawa tê nivîsîn.

Ew bi xwe ji xwe ra dibêje ”Cigerxwîn. Li ser kitêbên di saxiya xwe da, wî bi xwe dana çapkirin da jî ji xwe ra gotiye Cigerxwîn.

Weşanxaneya Avestayê dîwanên Cigerxwîn hemû gelkî xweşik çapkirine. Di vê çapa Avestayê da navê wî ne ”Cigerxwîn e, ”Cegerxwîn” e.

Lê ne Avesta tenê, kurdên bakur giş di nivîsên xwe da jê ra dibêjin "Cegerxwîn".

Çend berhemên wî li ba min hene, min bala xwe da wan. Dîwana 2a Sewra Azadî ne tê da, ew jî wî çap nekiriye, kurdên bakur li Swêd çap kirine, di hemû berhemên wî yên din da navê ”Cigerxwîn” bi kar aniye.
Dîwanên li ba min hene ev in:

1-Jînenegariya min, Cigerxwîn. APEC, 1995
2-Ronak, Cigerxwîn, Dîwana 4a. Weşanên Roja Nû. 1980
3-Zend Avista, Cigerxwîn, Dîwana 5a. Weşanên Roja Nû. Stockholm 1981
4-Şefaq, Cigerxwîn, Dîwana 6a. Weşanên Jîna Nû. Stockholm 1982
5-Hêvî, Cigerxwîn, Dîwana 7a. Weşanên Roja Nû. Stockholm 1983
6-Aştî, Cigerxwîn, Dîwana 8a. Stockholm 1985
7-Sewra Azadî, Dîwana 2a Weşanên Pale sala 1954a, Swêd.
Di Sewra Azadî da kurdên Kurdistana Bakur navê wî kirine ”Cegerxwîn”, lê di hemû berhemên wî yên di da navê wî ne ”Cegerxwîn” e, Cigerxwîn e.

Di her 7 berhemên(Jînenegariya min, Ronak, Zend Avista, Şefaq, Hêvî, Aştî) min navên wan da, di gişan da navê wî Cigerxwîn e.

Mimkûn e ”ceger, cîger” rasttir be, lê wî ji xwe ra gotiye

”Cigerxwîn”, tim mehlesa, nasnavê Cigerxwîn bi kar aniye.

Lema jî wî çawa nivîsîbe dibê meriv jî wek wî binivîsîne.

Bi baweriya min guhertina navê wî ne rast e. Nîhayet ”ceger” jî

devokek e, lê yên nabêjin ”ceger”, dibêjin ”cîger, ”ciger”, ”cerg”

jî hene.

Em li Wêranşarê dibêjin ”cîger”. Me yê bigota ”Cîgerxwîn”.

Lê wî ji xwe ra wiha negotiye.

Weşanxaneyan bi zanetî ev guhertin kirine ya jî bi şaşî bûye

ez nizanim.

Min xwest di vê nivîsa xwe da bala weşanxaneyan û

xwendevanan bikşînim ser vê meselê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE