01 mars 2023

Jinikê bi ser da bîçik avêtiye !

Bîstik berê min û xanima xwe di telewîzyona swêdî, di Kanala 4a da (TV4) li programa ”Cîhekî di rojê da”(En plats i solen)temaşe dikir.

Donna û Terryê îngilîz dixwestin li Îspanyayê ji xwe ra havîngehekê bikirin.

Xanima sîmsar(delal) kîjan xanî nîşanî wan dida, li kîjan xanîyî dinêrîn di cî da diecibandin, digotin, ”errrik, çi xweş e, ev û ne yekî din…”

Dîsa çûn li ber xaniyekî sekinîn û dest bi pesindana xênî kirin û xweş kirin, şirk jê berdan.

Ji kêfa devê jinika sîmsar ji hev çû, qey dilê xwe da digot vele vana bikirin, ewê xaniyekî bikirin.

Xanima min got, wele jinikê bi ser xênî da ”bîçik avêtiye.”

Min got, xanim baş bû te ev gotin got. Ev gotina wê bû sebebê ez vê nivîsê binivîsînim û tê da ”bîçikê, bîçikavêtinê” îzah bikim.

Li ba me peyva ”bîçik” heye. Gava meriv ji tiştekî pir û pir hez bike, bi ser da bimre, em dibêji:
”Bi ser da bîçik avêtiye.”

Ew tişt kane xwarinek, vexwarinek, avahiyek, kincek ya jî tiştekî din be.

Em ji bo keç û xoertên dildar jî dibêjin.
Gava xortek ji keçikekê pir hez bike, bi ser da bimre, bibe dîn û dîwaneyê wê, em dibêjin, ”malneket bi ser da bîçik avêtiye”, dibêje hutil-batil gerek ew be.

4 kommentarer:

  1. Seyda, îcar ramana bîçikê çiye, cê xera xwe ewê jî ji me ra bêje. Min heta roja îro qet nebihîstibû.

    Silav û rêz,
    (Şemsedînov)

    SvaraRadera
    Svar
    1. Heger wexta te hebe nivîsê bixwîne. Min di nivîsê da îzah kiriye, çend numûne jî dane.

      Radera
    2. Xwedê jê raziyo, heminî min nivîs xwend. Te di nivîsê da ramana biwêja "bîçik avêtin"ê gotiye, lê ez tenê bîçik çiye, ewê meraq dikim.
      (Şemsedînov)

      Radera
  2. Etîmîlojiya "bîçik"ê çi ye ez nizanim. Em wê di maneya dilketineke zêde, dînîtiyê, hişberdanê da bi kar tînin. Çaxa yek zêde pesnê tiştekî dide, em dibêjin bi ser da bîçik avêtiye. Yanî bi ser da miriye, bi ser da dîn bûye.

    SvaraRadera

PARVE BIKE