Ez qet riya xwe bi malperên rojnameyên tirkî naxînim ev çend
sal in tu carî li telewîzyonên wan temaşe nakim. Çaxa li ser kurdan tiştekî muhîm gotibin kurd qalê dikin, ez jî jê haydar dibim û dixwînim.
Do derengê şevê min bala xwe da rûpela
Haberturk Comê. Min nîv deqeyekê lê nêrî, serê min gêj bû.
Hewqas pir tişt bi sernivîsên rengo
rengo dane kêlek hev çavên min qarixî bûn. Medya tirk dinyanedîtî ye, weşanên wan ji
rojnameyan bêtir dişibin panoyên reqlaman.
Xwedê kir ev çend sal in min dev ji şopandina medyaya tirk berdaye, serê min
vehesiyayî ye, ne vê avzêma genî, irqçî taqîb dikim, ne jî xwe pê merezarî
dikim.
Medya tirk kûra derewa ye, ji bo ku milet bixapînin, hema li hev
radigirn. Qoçana derewa tune ye, di bin bomberdûmana virên bi boçik û bi dûçik da milet gêj bûye.
XXX
Di zelzeleya Meraşê da kurdan, partiyan û siyasetmedaran baş alîkariya
zelzelezedeyan kirin. Ev yek karekî dibê meriv bibêje û teqdîr bike.
Alîkarî hîn jî berdewam in. Ev piştgirî, hevkariya netewî
kêfa meriv tîne, meriv pê serbilind dibe.
Bêyî vê alîkariyê tiştekî din jî gelkî pir muhîm e; heger
meriv bikanibe nehêle kesên ji bajarên xwe koç dikin li bajarên tirkan belav
bibin baş e, dibê meriv berê milet bide bajarên Kurdistanê.
Koçberiya berbî metropolên Tirkiyê çûyineka bêvegere, rêwîtiya berbî tirkbûnê ve ye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar