28 februari 2023

Sebebê tirk naxwazin kurdî fêr bibin heye

Îro di twîtterê da rastî twîtteka balkêş hatim. Xanimeka bi profîla Qerê li ser tirk çima naxwazin kurdî fêr bibin gotiye:

Qerê:
”Jinxal û jinapên min tirk in, bi salan e di nav malbatê da ne, lê hîn jî herfeke bi kurdî nizanin.
Navê viya ne "nehînbûn" e; esil bêhurmetî, bêrêzî, piçûkdîtin, xwe ser ra dîtin, xwe desthilatdar dîtin e.

Li vir almanan dibînim, ew ên ku mêr an jî hevalên wan kurd in. Ne bi dilekî, bi heft dilan dixwazin kurdî hîn bibin, xwarinên kurdan hîn bibin, çanda kurdan nas bikin.

Dibêjin, qet nebe ez bikaribim bi xwesiya xwe ra biaxivim. Ev hez kirin e, hurmet e, rêz girtin e, eşq e.”

A ji bo wê 50 sal berê, dema ez azib bûm, min zewaca bi tirkan ra şaş û wek "gunehkarî" dît û tim rexne kir.

Tu carî nhat bîra min bi yeka tirk ra bizewicim. Min zewaca bi kurda kurdî nizanibe jî şaş didît û red dikir.

Min digot çi jin, çi mêr, dibê herdu serî bi kurd bizanibin û bipeyivin. Yanî zimanê malê dibê kurdî be.

Di jiyana xwe da min tim gotiye dibê kurd bi kurdan ra bizewicin, bi tirkan ra nezewicin. Çimkî piraniya tirkan ji kurdî hez nakin, kurdî biçûk dibînin, lema jî kurdî fêr nabin û zarokên xwe fêr nakin, kurdê pê ra zewicîye asîmîle dikin.

Helbet hin îstîsna, hin tirkên fêrî kurmancî bûne hene, lê jimara wan bi qasî jimara tilîyên destekî ne. Hebûna wan rexneya me ya li tirkan pûç nake.

Li Kurdistanê çiqas asûrî, suryanî, êrmenî, yahûdî, ereb hene pir hindik kurdî fêr bûne. Çimkî kurdan dijminê xwe nabînin, çimkî kurdan biçûk nabînin, çimkî ji kurdî nefret nakin.

Lê tirkên li Kurdistanê diminîn, tirkên bi kurdan ra zewicîne, tirkên serê salan e di nav kurdan da siyasetê dikin, bûne mezin û parlamenterên kurdan kurdî fêr nebûne, nikanin sê çar gotinan bi kurmancî-zazakî bibêjin.

Çimkî naxwazin, ji kurdî hez nakin, xwe di ser kurdan ra dibînin û dixwazin kurdan asîmîle bikin, bikin tirk.


Meriv zimanekî ya ji mecbûrî ya jî ji hezkirinê fêr dibe. Tirk ne ji kurdan hez dikin, ne jî mecbûr dibin.
Kurdên me bi piranî bêşexsîyet in, ew bindestiya wan qebûl dikin û dibin tirk.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE