28 februari 2023

Erdogan bi serokê Gurên Boz xelkê ditirsîne

Di maça Beşîktaş-Antalyasporê da xelkê bi yekdengî îstîfa hukûmetê xwestiye. Sînyalek baş e.

Serokê MHPê Devlet Baçeliyê boşboxaz ji dêlî Erdogan xwe qeherandiye, gef li milet xwariye, gotiye emê hesabê vê bipirsin.
Erdogan ji alîkî da hêzên dewletê dajo ser milet, lê dema têrê neke, Bahçelî dajo meydanê. Bahçelî çoyê di destê Erdogan da ye, gava hewce be bi wî milet ditirsîne.

Mêrik gurê har e, tu çi biki jî rehet nasekine. Tu dêlê jêkî quto ye, tu guha jêkî kemo ye, tim bêarê her ro ye.

XXX

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Semsûrê kurd zeyt kirine, gotiye ”heqê xwe li min helal bikin!”

Tu ne yekî kurd heqê xwe li te helal bikin, aynê kurdan ewê ji te ra nemîne, tu yê pir bikşîne.

Kursiya wî diheje dest bi şalûzîyê kiriye, lê hevalê wî Bahçeliyê gurê har jî ji ber protestoyên maça FB û BJKê gef li xelkê xwariya, gotiye ewê vê ”îxanetê” efû nekin.

Wezîfe li hev parkirine, yek milet zeyt dike, yek tehdît dike.

XXX

Erdhejê xelkê berê feqîr bû feqîrtir û perîşantir kir. Li Tirkiyê û li Kurdistanê kîloyek goştê hûr(qîme)bûye 300 lîreyê Tirkiyê.

Li Swêd kîloyek goştê hûr di bin 8 dolarî ra ye. Ew jî nuha buha bûye, çend meh berê erzantir bû.

Zulm û terora dewletê ne bes e, buhayiyê jî xwe da ser. Sal bi sal, xwezî bi par, halê kurdan sal bi sal xerabtir dibe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE