20 mars 2023

Newroza îsal bi dilekî mişt êş û bi xemgînî tê pîrozkirin

Ji ber tofana Erdhejê û lehiya Rihayê gelê me îsal Newrozê bi xemgînî, bi heznîtî pîroz dike. Ev xemgînî di her pîrozbahiyê da xuya dike. Milet bi dilekî mişt êş, bi coşeke xemgîn Newroza xwe pîroz dike...

Li Kurdistana Bakur di pêşengiya HDPê da li 23 bajaran agirê Newrozê hatiye hatiye dadan û Newroz bi coşeke xemgîn hatiye pîrozkirin.
Wek her sal dikin, pûlisên tirk îsal jî di şahiyên Newrozê da gelek kes girtine. Li qeza Mêrdînê Qoserê 35 kes, li Stenbolê 224 kes girtine. Di nav girtiyan da zarok jî hene. Ala Kurdistanê di destê kê da dîtibin girtine.

Di her Newrozê da terora xwe kêm nakin, ji ber hildana Ala Kurdistanê însanan  digrin. Îsal jî eynî tişt kirine, dîsa gelek keç û xort û zarok girtine.

Li gelek welatên Ewrûpayê jî agirê Newrozê hat dadan û Newroz hat pîrozkirin.

Newroza we pîroz be !
Bi hêvîya em li welatê xwe, li Kurdistana şîrîn bi hev ra rojên xweştir û azadtir bibînin.

XXX

Çima bi milyonan kurd hewqa rehet piştgiriya partiyên tirk dikin, dibin endam û wekîlan wan û tirkan dikin serok û wekîlên xwe?

Qet nabêjin em nabin hevalê filan partiyê, filan siyasetmedarê tirk.

Ji partiyên faşîst bigire, hetanî bi partiyên îslamî, çep, komunîst di her nav partiya tirk da têra xwe kurd hene.

Çimkî tu xeteke wan sor tune ye, lema jî dikevin her boyaxê, dibin hevalê her partiya tirk, zilamên her serokê tirk.

Gerek em vê bêpirensîbiyê biguherînin, gerek kurd hewqasî rehet nebin hevalên tirkan û partiyên wan.

Ji bo piştgirî û hevkarîya bi tirkan ra gerek hin sînor, hin şert û mercên me hebin.

 

XXX
Ez ne merivekî partîzan, hesûd û kîndar im. Gava kurdek ji bo kurd û Kurdistanê karekî baş dike, qedir dide kurdî kêfa min tê. Nas bikim, nas nekim halanan tê hildidim, dibêjim mala te hezar carî ava be, te karekî baş kiriye.

Pîvana min a qedirgirtinê ne li gorî dostî û havaltiyê, li gorî kar û emel e.

Ji bo min pêrezeya însên muhîm e, hevalê kîjan partiyê ye, kêfa wî/wê ji min ra tê nayê qet ne muhîm e.

Dibê meriv ne partîzan û dilreş be, yekî karekî baş kir teqdîr bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE