19 mars 2023

Di micadelê da ya girîng ezm û sebat e

Ya muhîm meriv tembeliyê neke, pir hindik, li gorî îmkan û qeweta xwe ji bo welatê xwe, ji bo miletê xwe karekî bike, kevirekî deyne ser kevirekî. Li zulma dijmin, li dagirkeriya welatê xwe sêr û temaşe neke.

Mimkûn e meriv zû bi ser nekeve, lê her serketin bi xebatê dibe. Riya herî dûr jî bi meşê diqede. Yên dev ji micadelê bernadin zû dereng bi ser dikevin, digihîjin armanc û mirazê xwe. Ya muhîm ezm û sebat e.

Tarîx ne kesên dev ji micadelê berdidin, kesên di micadellê da ezm û sebatê nîşan didin bibîr tîne.
Di micadela ji bo azadî û serxwebûnê da rev û îxanetên kesên bêşexsîyet dibê meriv bêhêvî neke.

XXX

Yekî di Twitterê da gotiye, ”piştî hilbijartinan li hemberî serokkomar û hukûmeta wî ya bi rayên me hatiye hilbijartin şêla me ewê çi be?”

Camêrekî jî pêşeroja me baş texmîn kiriye, gotiye, ”emê li dijî biryarên wan muxalifiya xwe bidomînin û li meydanan jî dîsa ewê me têr jop û gaz bikin.”

Texmîneke rast e, heger hilbijartin çê bibe, kî bibe serokê Tirkiyê û hukûmet ya kîjan partiyê be jî ji bo me kurdan ewê ferq neke, pûlisên dewletê li meydana ewê dîsa me cop bikin.

XXX
Ji bo ku bibin parlamenter di nav kurdan da kelecaneke mezin dest pê kiriye.

Sebeb çi ye, kurd çima ji hewqasî heyranê wekîltiyê ne nizanim, lê gelek kesên halxweş, karê wan baş jî dixwazin bibin wekîl û herin meclîsa tirkan.

Lê ditirsim Erdogan bi hokus-pokusekê hilbijartinan di sanîya dawî da betal bike û ev tahb û sahba wan bi avê da here.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE