18 mars 2023

Gur kulikê şivên nas kiriye

Gotinek pêşiyan dibêje, ”gur kulikê şivên nas kiriye.”  Ji bo wê jî tahmijiye keriyê wî, tim bi keriyê wî ketiye.

Gur fêm kiriye şivan yekî xewar e, kûçikê wî jî ne gurxenêqe. Lema jî her cara bi kerîyê wî ketiye vala venegeriya ye, tim tiştek bi ber qîlên wî ketiye.

Mesela me û tirkan û hevaltiya bi partiyên tirk ra jî dişibe vê çîroka gur û şivên.

Tirkan em baş nas kirine, zanin kînga dest bavêjin ji me da destvala venagerin, miheqeq ewê çend kesan ji refên me biqetînin, bikin hevalên xwe.
Bi hezaran kurd her tim hazir û amede ne têkevin partiyên tirk. Çûna meclîsa Tirkiyê xeyalek mezin ya gelek jin û mêrên kurd in.
Ji bo wê jî mêrikan di zulma xwe da, di terora xwe da texsîr nakin, heta ji wan tê pê li serê me dikin, me di gerrekî da vedigevizînin, her roj me dikujin.

Mêrikan zanin ew çi zulmê li me bikin jî em xwe ji wan naxeyidînin, em tu carî bi çavê dijmin li wan nanêrin. Em her tim amade ne têkevin bin emir û xizmeta wan, bibin wekîl û wezîrên wan.

Em tirkan wek dê bavên xwe dibînin, dê û bav neheqiyê li ewladên bikin jî, carnan li wan xin jî meriv xwe ji weliyên xwe naqeherîne.

XXX

Xanima Tahir Elçîyê şehîd Turkan Elçî do tevî CHPê bû, ewê ji CHPê bibe namzeda parlamentoyê.
Xwezî ev yek nekira.
Bi baweriya min him şaş kiriye, him jî eyb kiriye. Xanima şehîdekî wek Tahir Elçî dibê tenezulî parlamenteriya CHPê nekira. Bi vê gava xwe nav û mîrata jê ra maye heder kir.
Tirk weliyê me ne, lema çi anîbin serê me jî em didin xatirê welîtiya wan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE