18 mars 2023

Gelo di hilbijartinan da îslamî û kemalîst ewê bi hev kevin?

Kekê Ahmed Zekî Okçuoglu li ser hilbijartinên Tirkiyê gotiye:

”Netîce çi be jî piştî hilbijartinan di nabêna faşîzma îslamî û faşîzma kemalîst da ewê şer çêbibe.”

Ev îhtîmal zeîf be jî heye, min jî berê çend caran qala vê îhtîmalê kir. Tirkan tu carî li hemberî dewletê, hukûmetan serî hilnedane, tim xwe wek miletekî esker dîtine.

Lê vê carê dijîyatitên nabêna îslamî faşît û kemalîstan pir kûr in, zêde hetaine hamberî hev, îslamîstan kemalîst zêde êşandine, lama jî îhtîmala vê carê bi hev kevin heye.

NATO, Amerîka, Yekîtiya Ewrûpayê jî ewê bixwazin ji Erdogan xelas bibin, piştgiriyê bidin mixalefetê.

Çimkî Erdogan Amerîka, NATO û Yekîtiya Ewrûpayê zêde zêde nerehet kiriye. Careke din qezenckirina Erdogan ji bo Ewrûpayê û cîranên Tirkiyê talûkeyeke pir mezin e.

Heger Erdogan qezenc neke ewê gelşekê derxîne û îktîdarê nede, wê demê ewê şer derkeve. Ya jî ev îhtîmal zêde ye.

Heger qezenc bike jî bi hîle û sextekarî ye, wê demê jî kemalîst ewê qebûl nekin.

Di rewşeke wiha da jî îhtîmala derketina şer heye.

Lê îhtîmala sisiya jî heye, ew jî belkî hilbijartin çênebe. Yanî gava Erdogan bibîne qezenc nake, rayên wî pir kêm in, ewê êrîşî Kurdistana Rojava bike, şer bike hincet û hilbiartinan betal bike.

Axir di her hal û karî da ez bawer nakim hilbijartineke normal, sakîn, şefaf, demokratîk çê bibe. Di hemû îhtîmalan da jî kurd hedefên cepheya îslamî-faşît in. Îslamî, faşîst û kemalîst bi hevin jî kurd ewê li ortê bipelixin.

Lê helbet ev îhtîmal giş texmîn in, belkî hin tiştên em nuha texmîn nakin bibin. Lê ez bi xwe ne optumîst im, ez pesîmîst im, reşbîn im.

XXX

Pîvana mezinahiya, hêjayî ya merivekî ne ku çi dibêje, ne jî çi kursî û meqamê bi dest xistiye.
Pîvan, ew kes çi dike, hevalê kê ye?
Ji bo însanekî sermiyanê herî mezin ne serweteke pir e, ne jî kursî mû meqamê bi dest xistiye, şexsîyeteke saxlem e.
Şexsîyeta zeîf meriv pîs dike, carnan dikeve hevalê dijmin jî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE