17 mars 2023

HSDê gotiye helîkopterên ketine yên me ne

Du roj berê(15/3) waliyê Duhokê got helîkopterek li nehiya Çemankê ya Amêdiyê ketiye, 7 kes tê da hebûne, her heft jî mirine.

4 peya û 3 jin bûne, lê nayê zanîn helîkoptera kê ye. Tirkiyê, Îraqê û Hêzên Hevpeyvan gotine helîkopter ne ya me ye.

HSDê îro li ser bûyerê beyanek belav kiriye, gotiye, helîkoptera ketiye ya wan e. Lê ne helîkopterek e, du helîkopter ketine û 9 kes di qezayê da mirine.

Her 9 kes jî endamên hêza Antî Terorê bûne, ji bo perwerdeyê diçûn Silêmaniyê.

Xwedêgiravî helîkopter ji ber hewa xerab ketine.
Bi baweriya min helîkopter ji ber hewa xerab ketine ne rast e, çîok e, nakeve serê min. Du helîkopter heger li hev neqelibin, ji ber hewa xerab bi hev ra nakevin.

Him agahiyên li ser şiklê ketina helîkopteran hatiye dayin, him jî sebebê rêwîtiya wan ne yên baweriyê ne, qet nakeve serê min.

Bi îhtîmalek mezin Tirkiyê helîkopter xistin û di viya da jî miheqeq îxanet heye.
Kezeba min şewitî, 9 şervan û canfîdayên kurd ji kîsê miletê kurd çûn. Xwedê sebrê bide malbatên wan.

Ev texmîna min e, hêvî dikim ez şaş bim
Di rojên pêş da bûyer ewê zelaltir bibe, emê hin tiştên tin bibihîzin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE