17 mars 2023

Milet û siyaset

Li ser siyasetê û şêla milet Georege Orwell gotiye:"Xelkê, siyasetmedarên bertîlxur, duzenbaz, diz, xayin hilbijêre ne qurban e, ortaxê sûc e."

Tirkan tim û daîm siyasetmedarên bertîlxur, diz, fêlbaz, sextekar û neyarên kurdan hilbjartine.

Ji bo wan ya herî muhîm neyartiya kurda ye, siyasetmedarên, serokên neyartiya kurdan kirine dane ser serê xwe. Bertîlxurî, dizî,duzenbazî, sextekarî, durrûtî ji bo wan ne muhîm bûye, gotine malê dewletê dengiz e, yê nexwe kerîz e.

Wan jî baş pesnê Xwedê û Ataturk dane û baş neyartiya kurdan kirine û di berra jî bêrîkên xwe tije kirine.

Siyasetmedarên herî rût, herî zugurd jî piştî çend salan bûne xwediyên milyaran.

Siyaset ne karekî bêexlaqî ye, ne irqçîtî ye, lê li Tirkiyê wiha bûye, bi navê siyasetê her bêexlaqî û irqçîtî tê kirin.

 XXX

Li Mereşê vê berbangê saet 04.41 dîsa erdhejeke bi hêza 4.1 çê bûye. Do jî li herêm aHelebçeyê çê bûbû, Silêmaniyê çê bûbû.

Tiştekî pir ecêb e, ji erheja Mereşê ya 6ê sibatê da ye erd sakin nebûye, hema hema her roj herêmeke Kurdistanê diheje.

Erdhej ne bes bû tofana lehiyê jî lê zêde bû.

Li Rihayê û gelek qezayên wê, li Amedê, li Qamîşloyê lehiyê xelk perîşan kiriye.

Zulma Tirkiyê ne bes bû, xwezayê, tebîetê jî xwe li me kurdan azirandiye, erd û asîman li me hatine xezebê.

XXX

Tu dibêjî belkî derd û belayên vê dinyayê giş para me kurdan ketine.

Helebçe, zelzele, lehî,perîşanî,feqîrî,êrîşên Tirkiyê,îdamên Îranê, êrîşên Daîşê, koçberî, mirin û trajediyên bi riyan da, welhasilî kelam bi jimartinê dawî nayê, gişk bûne para me kurdan.

Weleh hewqas jî pir e!

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE