16 mars 2023

Erdogan ji Kiliçdaroglu kemalîsttir e

Hin kes secereya CHPê û beyanên Kemal Kiliçdaroglu yên antî-kurd belav dikin, dibêjin binêrin ev CHP û Kiliçdaroglu çiqasî xerab û kemalîst in, çiqasî antî kurd in.

Rast e, tiştên li ser CHPê û Kemal Kiliçdaroglu tên gotin giş rast in. Kiliçdaroglu kurd e, eslê xwe înkar dike, dibêje ez tirk im û wek Erdogan û Bahçelî neyartiya kurdan dike, ew jî li dijî azadî û serxwebûna kurda ye.

Ma kîjan serokê tirk ne kemalîst e, ne pan-tirkîst e?
Ma Erdogan, Bahçelî û yên din ne kemalîst in?

Erdogan û Bahçelî sed qatî ji Kiliçdaroglu bêtir kemalîst in û neyarên kurdan in.

Dîndar, sosyaldemokrat, lîberal, faşîs serokên tirk giş kemalîst in, yê ne kemalîst tune ye

Kemalîzim, îdeolojiya, siyaseta neyartiya miletê kurd e, îdeolojî û felsefeya helandin û wendakirina miletê kurd e.

Erdogan jî, Bahçelî jî, Kiliçdaroglu, Davutoglu jî, Babacan jî antî kurd in. Demagojiyên wan vê rastiyê ji ortê raneke.
Yanî di mesela kurd û Kurdistanê da serokên tirk giş jî li dijî azadiya kurdan in, dixwazin kurdan bikin tirk.

Partiyên cihê, fikrên wan ên cihê, îslamî, ne îslamî ferq nake, di mesela kurda da giş eynî siyasaetê diparêzin.

Hukûmeta AKPê hetanî nuha çi zulm li kurdan kiriye Kiliçdaroglu desteg daye Erdogan.

Kemal Kiliçdaroglu desteg da dagirkirina Efrînê, Serê Kaniyê, Girê Sipî, ji her êrîşa Tirkiyê ser Rojava û Başûrê Kurdistanê ra Kiliçdaroglu li çepikan xistiye, halan di leşkerên tirk daye, ji wan ra dua kiriye.

Bi rayên CHPê parlamenteriya Demirtaş û gelek parlamenerên din yên HDPê xistin û ew xistin zindanê.

Yanî dema mesele dibe kurd û Kurdistan Kiliçdaroglu jî bi qasî Erdogan û Bahçelî dijminê kurd û Kurdistanê ye; heta Kiliçdaroglu carnan dixwaze ji wan bêtir xwe antî-kurd nîşan bide.

Lê li gel vê rastiyê jî qezenckirina Kiliçdaroglu ji kurdan ra jî, ji Tirkiyê ra jî baştir e. Koalîsyona –îslamî-faşîst bîn li kurdan çikandiye, careke din qezenckirina Erdogan ji bo kurdan pir û pir xerab e. Dibê kurd berê namzedê xwe derxin, di tûra duyem da bi Kiliçdaroglu ra têkeve bazarê. Dibê meriv bê qeyd û şert piştgiriya tu kesî neke.

Bi qezenckirina CHPê, Kiliçdaroglu kemalîst, îslamîst û faşîst bi hevkevin baş e. Dibê ev cepheya îslamî-faşîst bikeve. Lema jî heger mimkûn be, li hev bikin dibê kurd piştgiriyê bidin Kiliçdaroglu.

Di mesela parlamentoyê da jî heger HDP kadroyên baş derxîne, dîsa çepên tirk nekin serokên kurdan dibê meriv destegê bide HDPê. Lê piştgiriya HDPê girêdayî programa wê û tifaqa Kurdistanî ye. Hêvî dikim HDP dîsa keriyek tirk li ser kurdan ferz nekin.

Alternatîfa din jî boykot e, lê bi baweriya min di boykotê da tu fêda kurdan tuneye, bi boykotê kurd ewê li zirarê derkevin.

Lê hîn zû ye, her tişt hîn zelal nebûye, piştî partiyan programên xwe eşkere kirin û namzet diyar bûn meriv kane raya xwe rehettir bibêje.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE