16 mars 2023

Komkujiya Helebçeyê nayê jibîrkirin

Îro 35 saliya Jenosîda(komkujiya) Helebçeyê ye. 35 sal berê roja 16ê adarê balafirên rejîma Baas jahr bi ser bajarê Helebçeyê da barandin, herî kêm 5 hezar însan, bi qiç û pîlan(çûk û mezinan) va kuştin û bi hezaran jî seqet û birîndar kirin.

Jenosîda, qetlîama Helebçeyê di dîroka miletê kurd da rojeke reş û pir xembar e, roja felaketeke netewî ye.

Piştî Hîroşîma û Nagazakîyê ev cara pêşî bû bi çekên kîmyawî li bajarekî di yek carê da bi hezaran însan dihatin kuştin, bajar wêran dibû.

Komkujiya Helebçeyê di dilê me kurdan da birîneke pir kûr ya bêderman e, heta kurd hebin ewê komkujiya Helebçeyê tu carî ji bîr nekin.

35 sal di ser komkujiya Helebçeyê ra derbas bûn, lê kurd hîn jî ji teror û qetlîaman xelas nebûne. 

Li seranserê welatê me şer û ceng e, li Kurdistana bakur, başûr û rojava rojê bi dehan kurd ji alî dewleta tirk a terorîstên ve tên kuştin.

Dewleta tirk ya dagirker li hemberî kurdan şerekî mezin dimeşîne, rojê bi dehan keç û xortên kurd dikujin.

Li Îranê jî Komara Îslamî her roj çend kurdan îdam dike, zulm û teroreke mezin li ser kurdan heye. 

Bi kurtî li seranserê Kurdistanê kurd di binê zulm û teroreke pir mezin da ne, serenserê Kurdistanê bûye Helebçe.


Di 35 saliya qetlîama Helebçeyê da hemû şehîdên Helebçeyê bi hurmet bibîr tînim, serê xwe li ber hemû şehêdan Helebçeyê û Kurdistanê ditewînim. 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE