15 mars 2023

Komeleya zimanê kurdî ye lê navê xwe şaş nivîye

Çendakî berê(2023-02-05)di Facebookê da min bala xwe dayê navê ”Komeleya Hereketa Zimanê Kurdî” di logoya wê da şaş e, navê wê ”Komelaya Hereketa Zimane Kurdi (HezKurd)” e.

Min di Messengerê da mesajek ji berpirsiyaran ra nivîsî:
”Siba we bi xêr!
We navê xwe şaş nivîsîye. Ne xweş e. Dibê hûn navê xwe rast binivîsînin.

Hûn hereketa zimanê kurdî ne, lê di malpera we da navê we rast e.
Navê we dibê wiha be: Komeleya Hereketa Zimanê Kurdî.
Bimînin di nav xêr û Xweşiyê da
Zinarê Xamo”
Bi tirkî bersî dan min, gotin:

”Merheba!
Ji bo ku hûn bi me ra ketin têkliyê sipas. Me mesaja we girt û ji bo ku hûn gihîştin me, em teşekur dikin.”


Ev herdu rêz bi tirkî bû, min wergerand kurmcî.
Malpera Hereketa Zimanê Kurdî ye, min jê ra bi kurmancî nivîsîye, lê berpirsiyarê malperê bi tirkî bersîvê dide min.

Ez matmayî mam. Min ev bersîv da xwediyê mesaja tirkî:

”Birayên ezîz, ev bersîva we ya bi tirkî sosiret, skandal e.
Hûn ”Hereketa Zimanê Kurdî” ne, min bi kurdî ji we ra nivîsî ye, we bi tirkî bersîv daye min.
Ma hûn çi zanin ez bi tirkî zanim?
Ma ez tirk im we bi tirkî bersîva daye min?
Min ji we ra bi kurmancî nivîsî, hûn jî ya bi kurmancî, ya bi zazakî bersîvê bidin. Ji bo çi bi tirkî?
Ev bersîva we jî nîşan dide di karê xwe da hûn ne cidî ne, yê we tenê nav e. Ez xeyalşikestî bûm.”

Min kanîbû qala vê meselê nekira, kes pê nehesanda. Lê ez fikirîm, min ji xwe ra got ez binivîsînim baştir e, Bira di orta min û wî kesî da nemîne. Bira xelk bibihîze ji bo ku ew kes û hinekên din şaşiyeke wiha nekin.

Dema yekî bi kurdî ji meriv ra nivîsî, meriv bi tirkî bersîvê nadê. Heger bi tirkî bersîvê bide yekî bi kurdî nivîsîye şermeke mezin e.
Bersîvdana bi tirkî serdestiya asîmîlasyonê ye. Asîmîlasyonê hiş, hesasîyet bi gelek kesan ra nehîştiye.

Lê ya xerab, di logoya malperê da navê wê hîn jî rast nekirine, nav hîn jî ” Komeleya Hereketa Zimane Kurdi (HezKurd)” e.

Gava komeleyek nizanibe navê xwe bi kurmancî rast binivîsîne ji wê tevgerê tiştekî cidî sadir nabe. 

Meriv karek kir dibê cidî bigire, dibê erbabên kar îdare bikin. Meriv him hereketa zimanê kurdî be, him jî di malperê da navê xwe şaş binivîsîne nabe. 

Dema yekî ev şaşî bi bîra meriv xist dibê meriv rast bike. Lê van camêran ne guh didin kesî, ne jî şaşiya xwe rast dikin. Çimkî ji bo wan bi kurdî şaş hatiye nivîsîn ne muhîm e.

Têkevin malperê hûnê bibînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE