21 mars 2023

Kitêba Kurdo Baksî:Tenê yê tirk e bextewar e

Min do çi kir, çûm ku, dixwazim di vê nivîsê da bi kinî qala wê bikim.

Do min û xanimê rojeke pir xweş û pir bi hereket derbas kir. Bi gerra li nava bajêr, bi gudarîkirinê, bi rûniştinê, bi sohbet û qisekirinê ez ji pertav da ketim.

Derengê şevê dema ez û xanim gihîştin mal, hal di min, hêz di ciniyê min da nemabû. Min bi zor xwe gîhand ser dîwanê.
Di rojên wiha da meriv kalîtiya xwe dihese.

Min bîstekê bala xwe da telewîzyonê, dûra hêdî hêdî serî ket ber min, li hewa di xew ra çûm. Min bazda oda razanê.

Do danê nîvro em çûn bajêr, em bîstekê geriyan, me riya xwe bi çend dikan û mexazeyan xist, me bi dilbijokî li kinc û solên baş, biha temaşe kir.

Lê me nikanîbû tiştek jî bikiriya, bihayiyek mezin çêbûye.
Hewa ne xweş bû, ewr bû û xunavî bû, baranek hûr hûr dibarî. Sîwanek biçûk di destê xanimê da bû, lê têrê nedikir, îşê wê baş bû, lê ez şil bûm.

Saet di 16.00a da em çûn civîna Kurdo Baksî ya li ser kitêba wî ya nuh.

Kurdo Baksî bi swêdî kitêbeke bi navê ”Endast den som är turk är lycklig/
Tenê kesê tirk e bextewar e/Only the one who is Turkish is happy" nivîsîye.
Min kitêba xwe girt, Kurdo camêr ji min ra îmze kir.

Kitêbê li Swêd olaneka baş daye, medya swêdî pir qala kitêbê dike.
Civîn li ABFê(Yekîtîya Karkeran a Perwedeyê) bû. Em dereng neman, di wextê da çûn, lê dîsa jî cî nemabû. Camêrekî kurd ciyê xwe da min, me ciyek jî ji xanimê ra peyda kir.

Lê bere, bere milet zêde bû, salonê têrê nekir, gelek kes li derve man. Dûra ji mecbûrî em derbasî saloneke mezin bûn.

Serokê ABFê yê berê Goran Eriksson li ser naveroka kitêbê bi Kurdo Baksî ra sohbetek xweş kir. Sohbeteke mişt anektokdot û mîzah bû. Milet têr keniya. Sohbetê saetek ajot.

Ji ber gelşa Swêd û Tirkiyê ya li ser endametiya NATOyê, swêdî ji Erdogan pir aciz in, di çavê swêdiyan da Erdogan ji Seddsam Hussên jî, ji Gurê Manco jî xerabtir e.

Erdogan bûye sembola dîktatorê herî xerab. Medya tim bi mîzah qala beyan û gotinên Erdogan dike.

Lema jî her tiştê li ser Tirkiyê bala swêdiyan dikşîne, dixwînin, dixwazin li mixalifên Erdogan gudarî bikin.

Weşanxaneya(Kaunitz-Olsson) kitêb weşandiye lêxist, bi texmîna min di demeke kin da ewê çend çapan bike.



Ji wir em çûn şahiya Newroza Komîteya Kurdistana Rojava. Şahî li merkeza bajêr, li Westmanska Palatset bû. Qesreke kevn ya pir xweşik e.

Gelek siyasetmedarên, swêdiyên dostên kurdan e hatibûn. Gelekên wan peyivîn, pesnên liberxwedan û şerê kurdan yê li dijî Daîşê dan, qala qehremeniyên keç û lawîn kurd kirin û siyaseta hukûmeta Swêd rexne kirin.

Gelek siyasetmedar, nivîskar, hunermend, nûnerên hêzên kurd jî hatibûn şevê.

Şeveke bi muzîk, bi sohbet  xweş bû. Me çend nas û dostên xwe dîtin, pê r ahinek sohbet kir.

Gelek sipas ji bo Komîteya Kurdistana Rojava û hevalên em ezimandibûn şahiyê. Me bi hev ra şeveke pir xweş derbas kir.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE