21 mars 2023

Ez ditirsiyam, min digot belkî bombe ji min ra şandine

 

Lawikê me Azad û hevala wî Carolîne bi qevdegulekê(bi buketekê) Newroza me pîroz kirine.
Ez û xanim pir kêfxweş û dilşa bûn. Surprîzeke pir xweş bû, em qet li bende surprîzeke wiha bûn.
Dema min di telefona xwe da mesaja gulfiroş Înterflora dît, min tavilê qebûl nekir, min got sextekariyeke be.
Ya din jî ez tirsiyam min got dibe ku tirkekî neyarê min, sîxurekî Tirkiyê bombe ji min ra şandibe.

Lema min telefonî Înterflorayê kir, min got kê şandiye?
Keçika gulfiroş got wele ez nizanim kê şandiye, lê kart bi qevdegulê(buketê)va heye, saet di 15.00a da emê teslîmî te bikin.
Wek keçika gulfiroş gotibû, saet tam di 15.00a da li zîla derî ket. Min derî lê vekir, xortekî baqegul teslîmî min kir.
Min bi meraq û dudilî ji dest girt.
Xanimê got:
-Baş lê binêre, bi semt veke, Xwedê meriv bisitirîne, ne bombe mombe be?
Min berê xwe da mitpaxê, qevdegul(buket)danî ser masê û kaxetên lê pêçêayî hêdî, hêdî, lê bi şik  ji ser şeqitand.
Min bala xwe da nav, tu bombe, mombe di nav da tune ye, buketeke pir xweşik e.
Ez bi bêsebrî li kartê gerîyam, gelo kê ji min ra şandiye?
Di jiyana min da ev cara pêşî ye di Newrozê da diyariyeke wiha giranbiha û manîdar ji min rat ê malê.
Min di dilê xwe da got, law tu dostik-mostikên min ên kevn jî tune ne, yên hebûn jî ji zûda ye ez ji bîra wan çûme, belkî te giş mirin bin jî. Gelo kê bîr biriye ev buketa xweşik ji me ra şandiye?
Xanim li kêleka min sekiniye, him şîvê çê dike, him jî bi meraq bala wê li ser min e, dibêje kî ye?
Min got xanim:
-Azadê me û hevala wî ye, ew nehatin, ji dêlî xwe ve gul ji me ra şandine.
Hewqas şik û tirs me beleseb bû…
Em pir kêfxweş bûn, gelek sipas ji bo vê diyariya ji bo me gelkî giranbiha û manîdar !

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE