22 mars 2023

Çend numûne ji zirzopiyên şair Îsmet Ozel

Îsmet Ozel şairekî tirk e, wextekê têra xwe şairekî bi nav û deng bû. Esas dibêjin ne tirk e, ereb e, lê nuha pantirkîstekî irqçî-faşîst e.

Berê, hetanî orta salên 1970î komunîst bû, dûra çerx kir, ji nişka va bû dînd şarekî irqçî, pantirkîstekî faşîst.

A ev şairê îslamî-irqçî, pantirkîst, zir dîn di axaftineke xwe da gotiye:

”Hetanî îlana Fermana Tanzîmatê(1839) yekî xeyrî muslîm(yekî îsewî, ne misilman) nikanîbû bi hespê di ber misilmanekî ra derbas bibûya.
Heger li hember misilmanek rûniştibûya ji hespa xwe dadiket, bi rişma hespa xwe digirt, dipa, piştî yê misilman derbas dibû, li hespa xwe siwar dibû, diçû.
Berê xiristîyanek tu carî nikanîbû bida ber misilmanekî, di pêş misilmanekî da bimeşiya.
Heta di vî warî da anekdotek heye.
Sefîrê îngilîz li Stenbolê tiştên xwe li pişta himalekî kiribû. Û ji bo ku rê nîşanî hemêl bide dabû pêşiya wî. Hemêl ban kiriyê, jê ra gotiye:
-Sê gavan bide dû min ey kafir!”


Tiştê qal kiriye rast e, ne rast e ez nizanim. Lê ez bawer nakim ji ba xwe çêkiribe, miheqeq di derekê da xwendiye, para rastiyê tê da heye. Tanî di wexta xwe da Dewleta Osmanî zulmeke wiha li kesên ne misilman kiriye.

Irqçîtiyeke ji viya mezintir, ji viya xerabtir tune ye. Lê mêrik pê îftîxar dike, pesnê vê irqçîtiya hov dide, vê irqçîtiya misilmanan wek exlaq û mezîyeteke baş dibîne.

Di nav tirkan da, di nav amisilman û faşîstên tirk da kesên wek Îsmet Ozel difikirin pir in.  Belkî her kes wek Îsmet Ozel eşker enabêje, lê misilman bêyî dînê xwe dînên din gişan şaş û pîs dibînin, însanên ne dîndar fasiq dibînin.

Îsmet Ozel  bi van gotinên xwe bûye tercumanê wan.

Îsmet Ozel, di hevpeyvîneke xwe ya telewîzyonê da gotiye:

”Ez bi misilmanbûna xwe dinya xeyrîmuslîm (dinya xiristiyan) hemûyî di bin xwe ra qebûl dikim. Yanî ez yekî misliman im û her kesê ne misilman ji min kêmtir e. Him dînên din giş, him jî însanên din giş…”

”Yanî misilman terorîst e. Wezîfeya pêşî ya merivê misilman bibe terorîst. Dibê kafir ji misilmanan bitirsin. Heger kafir ji misilman netirse, ew ne misilman e.”

”Ez hêjatir im, çimkî ez tirk im. Xwedê ez hêjatir xuliqandime. Çimkî ez tir kim.”
Wextekê gelek kesên çep, kurd ji şiîrên vî zirzopê irqçî-faşîst hez dikirin, pesnê şirîrên wî didan. 
Lê fikrê wî yê li ser dîn û miletan ji yê nazîyan jî xerabtir e.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE