22 mars 2023

Dijminatiya kincên însanan irqçîtiyeke dûrî aqil e

Dinya alem diguhere, medenî dibe, Tirkiye naguhere, medenî nabe, tirk dev ji îdeolojiya xwe ya irqçî, pirîmîtîv, antî-kurd bernadin. 
Hewqasî antî-kurd in dijminatiya kincên kurdan jî dikin, nahêlin kurd bi kincên xwe yên netewî Newroza pîroz bikin.

Do di Newroza Amedê da pûlisan dîsa nehîştine gelek kurd bi kincên kurdî herin meydana Newrozê.

Ji ber kincên wan nehîştine zarokên 10 salî herin Newroza xwe bi dilşadî pîroz bikin.

Di sedsala 21ê da dijminatiya kincên însanan dînîtî ye, irqçîtiyeke bêemsal e.

Ji ber ku kultureke wan a netewî, kincên wan ên netewî tune ye ji kincên kurdan dibixudin, didexisin, neyartiya kincên kurdan dikin.

Yanî ev irqçîtiya wan ji hesûdiya wan tê, dilê wan dibije kincên kurdan; yên wan tune ye, dixwazin yên kurdan jî nebînin.

XXX

Di kilama li ser Îbrahîm Paşayê Millî da, Hêdî Bajo Mîrê mino şer giran e, dengbêj dibêjin:

”Ê ku dibêje hukmata Tirkiyê hukmata me ye, de wele ez sond dixum mîro mino, ew pînc e, ne ji me ye.”

Kurdan 100 sal berê ji hevalbendên tirkan û Tirkiyê ra digotin ”pînc”, lê nuha pîncîtî normal bûye, êdî şerm nayê dîtin. Ji bo wê jî pêncên me roj bi roj zêde dibin.

XXX

Fermo ji dengê Şêx Elî Yuvanç li kilama li ser ÎbrahîmPaşayê Millî, Hêdî Bajo Mîrê mino gudarî bikin.

Ê ku dibêje hukmata Tirkiyê hujmata me ye, de wele ez sond dixum ew pînc e, ne ji me ye.

De hêdî bajo, yawaş bajo mîrê mino li me ferman e, giran bajo, yawaş bajo wezîrê milan law şer giran e.

De wele minê negotî ferman, fermana me kurdan e, emir ketiye destê pîsên van tirkan e.

Ê de we yê, we yê, axayo we yê, ê de we yê, we yê birayo we yê, ê ku dibêje hukmata Tirkiyê hukmata me ye, ez sond duxum wezîrê mino ew pînc e, ne ji me ye.

Gelek sipas ji bo birayê Mihemed Guzeler.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE