23 mars 2023

Kurd gereke nebin nivîskarên tirk

Li bakurê Kurdistanê di van 20-30 salên dawî da gelek şair û nivîskarên pir baş derketine.

Di nav wan da hin nivîskar, şair hene kurmanciya wan bi qasî kesên ji xwe ra dibêjin em zimanzan in baş e, ya hinekan ji ya gelek zimanzanan baştir e jî.

Min li kurmanciya wan guhdarî kiriye, lema ez viya dibêjim.

Lê dîsa jî bi kurmancî nanivîsin, newêrin dest bi nivîsîna kurmancî bikin. Destpêkê bi tirkî dest pê kirine, wer didomînin.


Sebebê vê ne ku kurmancî nizanin, ya jî kurmancîya wan ne baş e, têra nivîsînê nake. Hinekên wiha hene bêguman. 

Lê kurmancîya gelekan pir baş e, çimkî bi kurmancî mezin bûne, kurmanciya wan jî pir baş e û dewlemend e.

Lê ji ber ku baweriya wan bi wan nayê newêrin bi kurmancî binivîsîn. Ji wan wetnê tiştên bi kurmancî binivîsin ewê ji yên tirkî zeîftir bin. 

Ev ne rast e, destpêkê hinek zahmetiyan bikşînin jî dûra ewê lê vebin, bi antramanê meriv bedena xwe xurt dike, masûlkên xwe çêdike.

Riya şikandina vê tirsê nivîsîna bi kurmancî ye, dibê binivîsin û israr bikin. Yanî bixwazin û îstîkrarê nîşan bidin.

Ji ber ku xwestin bûn şair, nivîskar, tirkî baş fêr bûn. Tirkiye hinekan super e, wek tirkiya arîstokratên  stenbolî ye.
Yanî gava meriv bixwaze meriv kane zanîna xwe, zimanê xwe bi pêş da bibe.

Kanin nivîsên xwe, şiîrên xwe yên bi tirkî ne dest pê bikin, wan adepteyî kurmancî bikin.

Ya din jî giraniyê, zorê bidin xwendina eserên kurdî, çîrok, roman, şiîrên kurmancî bixwînin. Evy ek ewê xeyal û fantazîyên wan bi kurmancî xurt bike, zêde bike. 

Xwendin, axaftin, gudarîkirin zimanê meriv bi pêş dixîne, dewlemend dike.

Yanî kanin nivîsên xwe, çîrokên xwe, şiîrên xwe yên bi tirkî wergerînin kurmancî û bi vê riyê him tirsa xwe bişkînin, him jî xwe fêrî nivîsîna kurmancî bikin.

Bi baweriya min wergerên wan ewê ji wergerên kesên karê wergerê dikin gelkî baştir be.

Çimkî tu wergêr nikane bi qasî şair bi xwe xweş wergerîne. Çimkî ew bi qasî wî ne azad e. Şair bi xwe di wergerê da kane di nivîsa xwe da, di şiîra xwe da hin guherînan bike, ev azadîya wî heye. 

Lê wergêr dibê sadiqî orjînalê be, orjînalê neguherîne.

Nivîskarên, şairên kurmanciya wan baş e, lê dîsa jî bi kurmancî nanivîsin neheqiyeke mezin him li xwe dikin, him jî li xwendevanên kurd dikin.

Kurdên kurmanc wek ewladên vî miletî, vî zimanî dibê ne bi tirkî, bi kurmancî binivîsin, kurdên din jî bi lehçeyên xwe binivîsin. Heqê kurdan heye viya ji wan kesan bixwaze. 

Çawa ku heqê dê û bavê li ser ewlêd heye, heqê welêt û milet jî li ser nivîskar û şairên kurd heye kurdî ji wan wan bixwazin.

Meriv bi kîjan zimanî binivîsîne nivîskarê wî zimanî, wê edebiyatê, wî miletî ye. Kurdên kurmanciya wan, zazakîya wan baş e dibê ne bi tirkî, bi kurmancî û zazakî binivîsin. Ya rast ev e, ji me kurdan ra ev lazim e. 

Kurdekî bi kurdî(kurmancî,zazakî)zane dibê nebe nivîskarê tirk.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE