23 mars 2023

Gelo pîrozkirina Newrozê di nav kurdan da adeteke nuh e?

Keleş Keleş di malpera xwe ya Facebookê da dibêje, Konê Reş di Waar TVê da gotiye: ”Kurdên rojava berîya 1956a Newroz pîroz nedikirin û kurdên bakurê Kurdistanê jî Newroz nas nedikirin. Kurdên bakurê Kurdistanê jî Newroz nas nedikirin."

Ev gotineke ne rast e, înkar û tahrîfa tarîxa me ye. Pîrozkirina Newrozê di nav miletê kurd da ne tiştekî nuh e, adeke pir kevnare ye. 

Di gelek kilasîkên kurmancî da qala Newrozê hatiye kirin. Bi kurmancî bi sedan şiîr, gotin, qirwelk û dûrik li ser Newrozê hene.

Me Newroz berê wek nuha li meydanan, bi def û zurne, bi muzîk û dengbêj pîroz nedikir. Ev rast e.

Lê miletê kurd, me, Newroz tim pîroz kiriye. Di nav kurdan da adeta pîrozkirina Newrozê ji kevin da hebûye û heye.

Di salên 1950î da ez zarok bûm diya min a rahmetî digot îro Newroz e, pîrekan kincên xweşik li xwe dikirin û diçûn çolê seyranê.

Xwarinên sivik, çîk, çê dikirin, hêk dikelandin, govend digerandin, şekir didan me zarokan.

Me beybûn, kulîlk top dikir, dikir çeleng û dida serê xwe.
Di kilasîkên kurmancî hemûyan da qala pîrozbaahiyên Newrozê tê kirin.

Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Pîremerd û gelekên din qala pîrozbahitên Newrozê kirine.

Ji ber zordayiyên dewletên dagirker, ji ber asîmîlasyonê qismekî miletê kurd demekê kane hin urf û adetên xwe ji bîr bike, ya jî nikanibe zindî bihêle, newêribe eşkere nîşan bide.

Lê ev yek nayê wê maneyê di nav kurdan da pîrozkirina Newrozê tune ye, Newroz îcadeke kurdan a nuh e.
Çend numûne ji kilasîkên me yên li ser Newrozê:

Melayê Cizîrî:
Ew narê sîqala dil e

Daim ji wî qala dil e

Newroz û sersala dil e

 Ehmedê Xanî:

“Roja ku dibûye îdê Newrûz

Teizîmi ji bo dema dilefrûz

Bilcumle diçûne der ji malan

Hetta digihîşte pîr û kalan

Pîremerd:
Em rojî salî taze ye, Newroze hatewe
Cejnêkî konî Kurde, be xoşî û behatewe
Newroz bû, agirêkî wehay xiste cergewe
Lawan be 'eşq eçûn, be berew pîrî mergewe

2 kommentarer:

  1. Dîya min a li ser 70yî xistiye jî dibêje em biçûk bûn digotin îro Newroz e, me porê xwe şeh dikir, mêran sîlah diteqandin. Hez û hurmet. Omer Faruk Baran

    SvaraRadera
    Svar
    1. Erê rast e. Tiştê ew nizane dibêje belkî tune ye.
      Mesaja ji şeva pîrozbahiya Perxudres Podcastê ra min bi WhatsAppê şandiye.

      Radera

PARVE BIKE