24 mars 2023

Axaî xurt e xulamî li pişt e

Serokê HUDA-PARê Zekerîya Yapicioglu gotiye di 14ê gulanê da ewê piştgiriyê bidin Erdogan û ewê ji lîsteyên AKPê têkevin hilbijartina meclîsê.

Kum ket serê gurrî careke din derket ortê. Axaî xurt e, xulamî tim li pişt e. Hetanî Erdogan xurt be Yazicioglu jî ewê tim li pişt be.

Yên ji bo kurd û Kurdistanê ji Huda-Parê hêviyeke baş dikin, Huda-Parê wek partiyek kurd, netewî dibînin xwe dixapînin.

Huda-Par destikê dewletê û poçika Erdogan e. Îdeolojiya wê jî ya Daîşê ye. 

Bi vê beyana Zekerîya Yazicioglu ev rastî careke din eşkere bû.

Dibê her kes tiştekî baş bizanibe, kesê ji bo kurdan hebeke serêşê jî bixwaze Erdogan di lîsteya xwe da cî nadê, wî kesî nabe meclîsê.


XXX
Hinek dibêjin Erdogan ewê 5 wekîlan bide HUD-PARê. Qet ne muhîm e.

AKP ne 5a, 10 wekîlan jî bide Huda-Parê filesekî jî qîmeta wê tune ye.

Wezîrê Edaletê Bekir Bozdag kure e, wezîrê sihetê Fahretîn Koca kurd e, aqilmendê Erdogan Mehdî Eker kurd e.

Bêyî van kesan li gorî beyana Erdogan 50 kurd wekîlên AKPê ne.

Baş e van wezîr û wekîlan gişan desteg nedan dagirkirina Efrînê, Serêkaniyê, Girê Sipî û kuştina bi hezaran kurdên mezlûm?

Ev 50 wekîlên kurd hetanî nuha li dijî kîjan zulma dewletê derketine, çi fêde gîhandine kurdan?

Piştî ku meriv bû hevalê nayar, kurd be çi ye, ne kurd be çi ye?

XXX
-Hûn bi kê ra digerin, bi kê ra hevaltiyê dikin, dibê hûn lê pir bi dîqet bin.

Çimkî bilbil meriv dibe ser gulê, qijike dibe ser sergo.

Hz. Mewlane

Heger hûn naxwazin herin ser sergo nebin hevalên qijikan. Nikilê qijikê tim di nav pîsiyê da ye.

XXX

Hilbijartinên Tirkiyê tim dibe wek mazatê, însan ji vê partiyê diherin wê partiyê.

Yanî birr û bazar, kirîn û firotin zêde dibe. Bazar û tîcaret geş dibe.

Di vê hilbijartinê da jî di medyaya sosyal da xeberên wiha her roj belav dibin.

XXX

Ax ji derdê vê bêhişiyê.

Vê sibê min ava xwe berda makîna, kaxeta wê xistê û mam li bende qahwa min çê be.

Makînê karê xwe qedand, min bala xwe dayê ava zelal e, min qahwe nexistiyê.

Jiyan bêyî jibîrkirin nabe, dibê meriv carnan jî tiştan, serpêhatiyan, însanan ji bîr bike.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE