25 mars 2023

Bazara siyasetê geş bûye

Li Tirkiyê û Kurdistanê heger ne derew be di 14ê gulanê da hilbijartinek heye. Pir normal e însan li ser hilbijartinan fikrê xwe bibêje.

Lê dibê fikir, rexne ne heqaret be, bi termînolojiyeke maqûl, siyasî were gotin.
Hin însan ji vê partiyê diherin wê partiyê, hin însan dev karên xwe berdidin dibin namzetên wekîltiyê.

Zana Farqînî jî bûye namzedê wekîltiyê. Ser xêrê be. Ez matmayî mam. Zana Farqînî ewê li meclîsa tirkan çi bike? Wek her wekîlî ewê jî bi tirkî bipeyive û ji kar û barê xwe yê li ser zimên dûr keve, têkeve nava qerembola siyaseta tirkîtiyê.
Lê bûk bi dilê zavê ye.

Kêfa hinekan ji van tercîhên siyasî ra, ji namzedîya hin kesan rat ê, ji wan ra li çepikan dixin.

Hin kes jî şiklê tifaqên partiyan, siyaseta wan, namzediyên hin kesan ên meclîsê rast nabînin, rexne dikin.

Ez jî siyaseta HDPê, şiklê piştgiriya Kemal Kiliçdaroglu şaş dibînim, namzediya hin kesan a wekîltiyê şaş û bêmane dibînim. Bi baweriya min dibê tirk ji HDPê nebin wekîlên kurdan. Dibê kurd rayên xwe nedin tirkan. Lê helbet berpirsiyarên HDPê guh nadin van dîtinên me, ewê dîsa gelek tirkên li dijî azadî û serxwebûna me ne bi rayên tirkan bikin wekîlên kurdan.

Yanî meriv çi bibêje jî bêfêde ye, kes bi gotinên me, bi pêşniyarên me siyaseta xwe û tercîhên xwe naguherîne. Kî li gorî xwe çi rast dibîne wiya dike. Lema jî em çi bibêjin jî badilhewa ye.
Tiştê meriv di medyaya sosyal da dibêje hinek diecibînin, jê ra li çepika dixin, hinek jî naecibînin, rexne dikin.

Carnan jî ev minaqaşeyên siyasî dibin sebebê dilmayinê, nas û dost li ciyê rehetiyê, ji bo xelkê dilê hev dihêlin. Fena meriv belasebeb xwe li ber baranê şil bike. Lê soxe carnan meriv nikane bi zimanê xwe.

Ji siyasetê ra siyasetmedarên jîr, zana, cesûr lazim in. Ronakbîrî, zimanzanî nayê maneya ew însan siyasetmedarên jîr in, kanin karekî baştir bikin. 

Meclîsa Tirkiyê ne zanîngeh e, li wir dersa kurdî nayê dayin, siyaset tê kirin. Helbet her kes bi viya zane.

Gotina dawî, dibê meriv fikrê xwe bibêje, lê ne êrîşkar be, heqaretê li xelkê neke. Kes bi rexne û pêşniyarên me dev ji tercîhên xwe berdane.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE