13 mars 2023

Kela pêşî şivan e

Ji mihîyê ra gotine: Ma deşt rind e, zozan rind e?

Mihîyê gotiye: Kela pêşî şivan e.

Yê me kurdan jî ev mesele ye, em çi bibêjin jî badilhewa ye, kela pêşî serokên partiyan in, ew rêber in, hukim di destê wanda ye.
Ew berê milet bidin ku derê, miletê bide dû wan.

Yên bi serokên tirkan ra rûdinin ne em in, ew in, heger serokên kurd jîr û jêhatî bin ewê bi tirkan ra bazareke baş bikin, ji ser masê bi kar rabin.

Di hilbijartinên Tirkiyê da rişma serokên tirkan ketiye destên serokên kurd, fersendeke tarîxî ji me kurdan ra çêbûye, dibê siyasetmedar û serokên kurd nigên xwe li erdê xînin û heqê miletê xwe bi tirkan bidin qebûlkirin, ji ser masê destvala ranebin. Belaş, bê qeyd û şert destegê nedin tu cepheyê, tu serokî.

XXX
Serokên tirk ji bo xapandina kurdan her teqlebaziyê, her fêlbaziyê, her hîlebaziyê, her derewê mubah dibînin. Ji derewên hetanî nuha li kurdan kirine zimanên wan mîtroyekê dirêj bûye.

Lema jî dibê serokên kurd bi sozên wan ên devkî nexapin, daxwazên xwe, şertên xwe bikin belge û peymanên resmî.

Yê berê li meriv derew kiribe, meriv xapandibe, dibê meriv tu carî ji sozên wî bawer neke. Yê carê tu xapandibe kane careke din jî te bixapîne.

XXX

Nivîskar û rojnamevanê swêdî yê bi nav û deng Olle Svennigli ser Erdogan û rejîma wî ya faşîst, artêşa wî ya çeteyan nivîseke mikemel nivîsîye.

Kesên nikanin bi swêdî bixwînin kanin di Googlê da tercume bikin û bixwînin.

Hûnê bibînin Erdogan çi kiriye, çi nekiriye. Artêşek mezin çêkiriye, bi hezaran ajanên xwe li dinyayê belav kirine.

Svenning pîsiyên wî, dek û dolabên wî baş derxistine ortê.

XXX

Jan Guillou li ser siyaseta hukûmeta Swêd û Erdogan nivîseke hêjayî navê xwe nivîsîye.

Berpirsiyarên Swêd dixe qûna kûçik û derdixîne.

Di Googlê da tercume bikin, bixwînin.

Nivîseke muhteşm e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE