12 mars 2023

Nuha jî moda duaxwestinê derketiye

Di nava kurdên Kurdistana Bakur da adeteke nuh peyda bûye.

Gava yek nexweş e, di nexweşxanê da ye, ya jî qezayek hatiye serî, birîndar e, merivên wî(xizmên wî)di medyaya sosyal da ji xelkê alîkariya duayê dixwazin.

Dibêjin filan kes nexweş e, emelîyet bûya, nexweşiya wî giran e, hewcedariya wî bi duayên we heye. Ji kerema xwe duayên xwe ji ser wî kêm nekin…

Ji kesê nexweş ra kampaniya, daxwaza duaxwestinê li ser vê mînwalê dom dike.

Ev adet di nav tirkan d ajî heye tune ye ez nnizanim. Lê ev adet ya ji tirkan, ya jî ji ereban di hin kurdan gerîya ye.

Li Swêd adeteke wiha tune ye, bawermend, dîndarên xiristiyan ji bo nexweşan kampaniya duakirinê nadin destpêkirin.

Berê di ma da jî tiştekî wiha tunebû, gava yek nexweş diket, birîndar dibû, me ji xelkê ra, ji nas û dotan ra negot ji kerema xwe jê ra dua bikin.

Li gundan dema yek diket ber sikratê, li ber mirinê bûya, mele yasîn, hin ayet li ser dixwend.

Lê ew jî ne li ser nexweş û birîndaran, li ser yê li ber mirinê bûya ev adet hebû.

Nuha kî nexweş dikeve, kî qezayekê tirafîkê derbas dike, di medyaya sosyal da kampaniya duakirinê jê ra tê destpêkirin.

Heger duayê alîkarîya nexweş û birîndaran bikira, dua ji neweş û birîndaran ra bibûya derman, ne hewceyî tuxtoran û dermanan bû.

Heger dua ji nexweşan ra bibûya derman, wê demê ne hewceyî hewqas nexweşxane, hekîm û dermanan bû, kî nexweş biketa merivê jê ra dua bikira û xelas.

Çima bibe li nexweşxaneyan, li ser tuxtor û hemkîman bigerîne, pêşek pere li hekîm û dermanan bide?

Lêkirina nexweşxaneyan, çêkirina dermanan, tib, tebîb jî ne hece bûn. Ne lazim bû însan bi salan bixwînin bibin hekîm û pisporên nexweşiyan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE