13 mars 2023

Berf dibare, siruşt bêdeng e

Berfa me îsal bi me va bûye qirnî, ji me naqete; dihere û tê. Îro tew bêtir azirî ye, ditozîne, ba û bahoz e. Berfeke şilope ye. Lê emê dîsa jî xwe lê biqelibînin.

Xanim haziriya xwe dike, min got em herin bîstekê li ser xwe bigerin, lê hewa zêde ne xweş e.

Emê hinekî din jî bipên, dûra xwe lê biqelibînin, ya atar e, ya batar e, em û şansê xwe.

Gera di berfê da ji ya baranê xweştir e, romantîk e, hestên romantîk bi meriv ra bi meriv ra çêdibe.

Berf dibare, xweza, siruşt, dar û bi bêdengî lê gudar in...
Berf çiqasî bibare, dinya çiqasî sar be jî ne xema me ye, em di mala xwe ya germ da ne, ne destên me dicemidin, ne nigên me, lê bi hezaran kurd nuha di kon û çandiran da perîşan in. Ez nuha li wan difikirim.

XXX

Heger yek bi qesasê kalikê xwe ra, bav û birayê xwe ra dostiyê, hevaltiyê bike, di hilbijartinan da raya xwe bidê, pesnê wî bide her kesê wî biricimîne, ewê bibêje wele filan kes merivekî pir bênamûs e, law însan nabe hevalê qesasê bavê xwe.

Lê însan ji bo kesên hevaltiyê bi dijminên kurdan ra dikin, destegê didin hêzên dagirkerên Kurdistanê eynî tiştî nabêjin, hevaltiya neyarên kurdan, dagirkerên Kurdistanê normal dibînin, eşkere diparêzin.

Ev yek jî dejenerebûna exlaq û normên civata me nîşan dide. Civata hevaltiya bi dagirkerên welatê xwe ra sûc, şerm nebîne, civateke pûç e, dejenere bûye, tiştekî baş jê sadir nabe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE