13 mars 2023

Jineka gîresûnî: "Çi îşê kurdan li Tirkiya me heye?”

Li wîlayeta Gîresûnê di lêpirsîna anketekê da, li ser pirsa ”Erdogan ya Kiliçdaroglu ?”

Jinika navsale bi hêrs gotiye:
”Erdogan, Kilaçdarogluyê çi, halê çi ?
Erdogan gundiyê me ye. Çi îşê kurdan li Tirkiya me heye?”

Jinik bûye tercumana hestên piraniya tirkan, piraniyeke mezin a tirkan wek vê jinika gîresûnî difikirin.
Kurd dixwazin vê rastiyê ji nedî va werin, lê tahl be jî rastî ev e, tirk naxwazin kurdek bibe serokê welatê wan.
Dixwaze bira ew kurd xwe înkar bike, bibêje ez ji bav û kalan da tirk im.

Kemal Kiliçdaroglu her çiqas bi bêexlaqî eslê xwe înkar dike, dibêje ez ne kurd im, ez tir kim, lê jinika gîresûnî zane Kemalê me derewa dike. 

Ew eslê xwe înkar bike jî tirk dîsa jî baweriya xwe bi wî naynin.
Hin kesên çep, çend demokratên tirk vê rastiyê naguherîne, çimkî ew pir hindik in, piraniya tirkan wek jinika gîresûnî difikirin.
Ji ber ku piraniya tirkan wer difikirin li dijî zulma li kurdan dibe dernayên, tu carî piştgiriyê nadin micadela kurdan ya li dijî zulmê û azadiyê…
Jinika gîresûnî naxwaze kurdekî bêesil jî bibe serokê welatê wê, welatê wê îdare bike.
Heta ne tenê dibê kurdek nebe serok, dibêje kurd ”li welatê wê” jî nemînin. Lema gotiye: ”Çi îşê kurdan li Tirkiyê heye?”
Kurd tu carî wiha nefikirîne, nezanên kurd, jin û mêrên kurd, piraniya kurdan tu carî negotine ”çi îşê tirkan li Kurdistanê heye?”
Heger gotibûna nuha em jî xwedî dewlet bûn.
Ji bo ku kurdan negotine ”çi îşê tirkan li welatê me heye?” em nebûn xwedî dewlet, man bidest û koleyên wan.
Dibê kurd jî wek vê jinika gîresûnî bibêjin: ”Çi îşê tirkan li Kurdistanê heye ?”
Heta kurd wek milet viya nebêjin ewê tu carî ruyê azadiyê û serxwebûnê nebînin.
Dibê meriv dagirkeriya welatê xwe xweş nebîne, ji hevûna dagirkeran aciz bibe, bixwaze wan ji wealtê xwe derxîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE