23 februari 2023

Tirkiyê bi gelek malperên din ra twîttera min jî girtiye

Tirkiyê ji weşanxana Avestayê bigire, hetanî bi Rûdawê li dora 500 malperên şexsî, weşanxane, kovar, sîteyên rojnameyan girtine.

Navê twîttera min jî di lîsteyê da heye, Tirkiyê twîttera min jî qedexe kiriye. Do min nizanîbû, derengê şevê ez pê hesiyam.
Çi bibêjim?
Dara bi fêkî her kes kevirê xwe davêjê. Ji bo ku ji min ditirsin serbilind bûm.

Lê qedexekirina malperên kurdan ne elameteke xêrê ye, dibê em vê bizanibin.
Ji tirsa ewê taliya wan xerab were xwe tertilandine.
Lê ev nîna ye, tirnîna hîn maye. Ewê tiştên hîn ecêbtir û xerabtir bikin. Yên di devê topê da kurd in.

Yanî ji bo ku di dinya dîjîtal da, di medyaya sosyal da dengê kurdan bibirrin gelek malper girtine.

Ez vê sansora irqçî, faşîst rûreş û şermezar dikim. Dewleteke ji medenîyetê para xwe hinekî girtibe di vê sedsalê da tiştekî wiha nake. Qedexeyeke wiha ji bo welatekî şermeke mezin e.

Lê ji bo ku dengê kurdan bibirrin her riyê mubah dibînin, ji tu xerabiyê, barbariyê şerm nakin. 

Dadgeha Sulh-Cezê ya 4a ya Enqerê bi hinceta xwedêgiravî “propaganda PKKê/KCKê dikin” malpera min û gelek malperên din girtine.
Kenê meymûnan bi vê derewa bêbingeh tê. Ji dêlî bibêjin ji ber ku hûn kurd in, kurdperwer in û li dijî dagirkeriya me ne, em we digrin, qulpa PKKê pê ve kirine.

Heta hilbijartinan ewê bêtir êrîşî kurdan bikin, Erdogan garantiya kursiya xwe û jiyana xwe bi neyartîya kurdan ve, bi êrîşa ser kurdan ve girê daye.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE