24 februari 2023

Ji bo tirkan em kurd pîvazên sor û sipî ne

Tirkiyê navên gelek kesên ji fikir û îdeolojiyên cihê xistiye lîsteya malperên hatine qedexekirin.

Bi vê lîsteyê careke din ji me kurdan ra got, fikrên we, baweriyên we, îdeolojiyên we, partiyên we cihê bin jî ji bo me qet ferq nake, hûn giş dijminên me ne.

Gelek kurd hin tiştan, ferqîyetên siyasî, îdeolojîk û bawerîyê dikin sebeb û bi israr xwe ji hev cihê dikin.

Lê wek tê dîtin dewleta tirk jî bi israr dibêje na, hûn giş yek in, cihêtiya fikrên we, partiyên we ji bo me qet ne muhîm e. Kurd dijminê me ne.
Ji bo tirkan em kurd mîna pîvazên sor û sipî ne, dibêjin pîvaz pîvaz e, çi sor, çi sipî ferq nake.

XXX

Di di vê tofana erdhejê da, di vê roja haşermahşerê da Tirkiyê bombe bi ser Kobanê û Til Rifet da barandiye û li gundekî Qamişloyê jî otomobîleke sivîl bombebaran kiriye, di êrîşê da sivîlek hatiye kuştin, endamekî esayişê jî birîndar bûye.

Di rojeke wiha da, bi sedan cenazeyên xelkê hîn di bin kavilan da ne, bi sedhezaran însan di çandiran da ne, dinya ketiye derdê ewê çawa alîkaria van însan bike, tirk jî gunnd û bajarên kurdan bombebran dikin, çend kurdên din jî dikujin.

Sadîzmeke wiha, barbariyeke wiha nehatiye dîtin, însan çawa kane hewqasî zalim û sadîst be, aqilê meriv nagire

XXX

Gava dijminê meriv zulmeke mezin li meriv dike, li ciyê rehetiyê meriv dikuje, gund û bajarên meriv bombebaran dike û meriv jî bêyî gazin û girî nikane tiştekî bike, nikane lêxe, nikane çavê wî derxîne, nikane heyfa xwe jê hilîne, bi meriv pir zor tê, meriv kezebreşî dibe.

XXX

Ev du sed sal in tirk bi her hawî hewil didin kurdî bihelînin û kurdan bikin tirk. Dibê em qebûl bikin têra xwe bi ser ketine, ji me gelek helandine, kirine tirk.

Lê dîsa jî têra em zora wan bibin û Kurdistanê çêkin em hene. Zû dereng rojekê ewê Kurdistana serbixwe bibînin.

Dinya bi dor e, rojekê ewê dor were me jî.

Em van nemirovatiyên wan ji wan ra dikin ser hev...

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE