24 februari 2023

Facebook li hemberî kurdan bûye wek dozgerekî tirk

Facebookê ji ber vê nivîsa min hesabê min 6 rojan girt, li ser îtîraza min dîsa vekir. Yanî Facebook bûye holçîka zarokan, misqalê cidîyetê pê ra nemaye. Bi min wer tê bûye wek dezgeheke Tirkiyê.

Nivîsa bû sebebê 6 roj girtina hesabê min ev e:
”Ev du sed sal in tirk bi her hawî hewil didin kurdî bihelînin û kurdan bikin tirk. Dibê em qebûl bikin têra xwe bi ser ketine, ji me gelek helandine, kirine tirk.

Lê dîsa jî têra em zora wan bibin û Kurdistanê çêkin em hene. Zû dereng rojekê ewê Kurdistana serbixwe bibînin.Dinya bi dor e, rojekê ewê dor were me jî. Em van nemirovatiyên wan ji wan ra dikin ser hev. ”

FB gotiye bi vê nivîsê te li dijî tirkan kîn û nefret belav kiriye. Êdî em newîrin navê ”tirkan” û ”Tirkiyê” bigrin devê xwe, wer xuya dike Facebook ketiye bin destê MÎTa Tirkiyê, nahêle em bibêjin Tirkiye û tirk zulmê li me dikin.

Tirkiye hema hema her roj gund û bajarên Kurdistana Rojava û Başûr bombebaran dike, çend kurdan dikujin, Facebook jî dibêje gerek hûn qala vê zulm û terora dewletê nekin, protesto nekin.

Berê di Facebookê da sansoreke wiha tunebû, lê ev çend meh in, hema hema her nivîsa min a li ser Tirkiyê qedexe dikin. Piştî îtîraza min hinekan serbest dikin, hinekekan nakin. Piştî îtîraza min ev nivîsa min serbest kirin.
Lê meriv diweste, meriv aciz dibe. Platformeke wek Facebookê dibê çirt û pirt ji bo her gotineke li dijî Tirkiyê û tirkan nivîsan qedxe neke.

Ev jî bersîva Facebookê ye:

Facebookê di biryara xwe ya rastkirinê da gotiye:
Em xemgîn in ji bo ku me nirxandinek ne rast kir. Me nivîsa te ji nû ve nirxand, nivîsa te ne li dijî qaîdeyên me yên civakî ye.Spas ji bo ku te xwest nivîsa ta were kontrolkirin. Îtîraza we ji pêşketina me ra dibe alîkar.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE